Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em bi temamî ji Sûriyeyê vedikişin
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku bi fermana Trûmp bi temamî ji bakurê Sûriyeyê vedikişin û wiha got: "Di 24 saetan de dibe ku Tirkiye êrîşa xwe ber bi aliyê başur û rojava ve berfireh bike. Me hîn kir ku QSD bi Rûsya û Şamê re di nav lêgerîna lihevkirinê de ye."
Ji NY'yê hişyariya Sûriyeyê: Sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne
Berdevkê OCHA NY'yê Jens Laerke, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Suriyeyê hişyariya ku sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne da.
Çalakiya dostên kurdan sefera THY'ê betal kir
Dostên kurdan êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhişlatê Sûriyeyê li balafirgeha San Franciscoyê şermezar kirin û sefera THY'ê ya Stenbolê betal kirin.
Fransayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
Wezareta Parastinê û Weareta Karên Derve yên Fransazyê, daxuyandin ku ji ber operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandiye.
Seroka MPKE'yê Pasqûîer: Divê operasyon bê rawestandin
Seroka Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer, bang kir û got: "Divê ev operasyona leşkerî bê rawestandin."
Li Burukina Faso êrîşî mizgeftê kirin: 16 kes mirin
Nûnerên ewlehiyê yên Burukina Faso, diyar kirin ku kesên çekdar li dijî mizgeftê êrîş li dar xistine û 16 kesên li mizgeftê îbadet dikir jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndra bûne.
Almanya jî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dide rawestandin
Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heîko Maas ragihand ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dê bidine rawstandin.
Yekîtiya Ereban: Dagirkerî û serdestî binpêkirin e
Yekitiya Ereban, şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke "Dagirkerî û binpêkirina serweriya axa Sûriyê" nirxand û banga civîna lezgîn li Misir û Yekitiya Ereban kir.
Gelê welatên Ewropa li dijî Tirkiye derketin kolanan
Li gelek welatên Ewropa gel li dijî şerê ku Tirkiye 4 rojin bi tang, top û balafiran li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne daketin kolanan. Gel xwest hemû mirov ji bo parastina Rojava rabin ser piyan.
Dê MSD tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe
Şandeya MSD'ê ku ji bo hin hevdîtinan çû Misrê dê tevlî civîna Yekitiya Ereban bibe.
Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara ‘vekişînê’ ya Trump dan
Meclîsa Nûneran a DYA’yê bertek nîşanî biryara Trump a “vekişandina” eskerên Amerîka ya ji ser sînor da. Li dijî vê yekê jî pêşnûme pêşkêş kir. Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran Ellîot Engel ê îmzeya wî di bin pêşnûmeyê de Trump sûcdar kir û got: “Vekişandina leşkerên me ya ji wê herêmê xiyaneta li dijî hevkarên me ye.”
Wezîrê Parastina DYA Esper: Tirkiye aramiya herêmê xera dike
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper, diyar kir ku wan Kurd terk nekirine û wê bi wan re li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Tirkiye bi van operasyonan aramiya hearêmê xera dikin."
Bijîjkên Sînor Nenas: Bi êrîşê re nexweşxaneya li Grê Spî hat girtin
Saziya Bijîjkên Sînor Nenas ên Navneteweyî ragihand ku li Grê Spî nexweşxaneya ku endamên wan jî lê dixebitin, ji ber êrîşên Tirkiyeyê hatiye girtin.
Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyeyê li ser masê ye
Wezîra Karê Ewropa Fransayê Amelîe de Montchalîn, diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê li ser 'masê' ye û di heftiya pêş de wê li Konseya Ewropayê bê gotûbêjkirin.
Li Cinêwê operasyon hat şermezarkirin
Li Cinêwê, bi sedan kes êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.