Fransayê Sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê vexwend Wezareta Karên Derve
Fransayê Sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê vexwend Wezareta Karên Derve

Wezaret Karên Derve ya Fransê, di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa vexwend wezaretê.

Ermenistan: Tirkiye deverên malbatên ermanî lê dijîn bombebaran dike
Ermenistan: Tirkiye deverên malbatên ermanî lê dijîn bombebaran dike

Serokê Komîteya Karên Dîasporaya Parlamentoya Ermenistanê, diyar kir ku Tirkiye di êrîşa xwe de li Grê Spî ku malbatên ermenî lê dijîn dide û plan dikin ku malbatan veguhezînin.

UNÎCEF’ê bertek nîşanî operasyonê da: Wê encam dramatîk be
UNÎCEF’ê bertek nîşanî operasyonê da: Wê encam dramatîk be

Seroka Lijneya Rêveberiya UNÎCEF’ê Henrîetta Fore, bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev hişyarî kir: “Di warê mirovî de, wê encamên dramatîk derbikevin holê.”

Mcgruk : DAIŞ di nava vê aloziyê de ji nûve ava dibe
Mcgruk : DAIŞ di nava vê aloziyê de ji nûve ava dibe

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett Mcgruk, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encama van êrîşan wê giran be û wiha got: "DAIŞ di nava vê aloziyê de xwe amade dike ku xwe ji nûve ava bike. "

Graham: Tirkiye kevirên rêya diçe dojehê datîne
Graham: Tirkiye kevirên rêya diçe dojehê datîne

Senatorê Komarparêz ê DYA'yî Lindsey Graham bertek nîşanî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: "Eger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne."

Li Ewropa Kurd û dostên wan li ser piyan in: Em banga parastina Rojava dikin
Li Ewropa Kurd û dostên wan li ser piyan in: Em banga parastina Rojava dikin

Li bajarên Bruksel, Strasbourg, Stuttgart û Roma yên welatên ewropa Kurd û dostên Kurdan daketin kolanan û bertekên li dijî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û xwestin parastina Rojava bikin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê: Operasyona binpêkirina biryara KENY'yê ye
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê: Operasyona binpêkirina biryara KENY'yê ye

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, bertek nîşanî sewqiyata leşkerî ya ser sînor a Tirkiyeyê ya ji bo operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku ev yek binpêkirina biryara KENY'yê ye.

Rûhanî: Divê Artêşa Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe
Rûhanî: Divê Artêşa Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe.

Pentagon jî tevlî hevdîtina Erdogan û Trump bûye
Pentagon jî tevlî hevdîtina Erdogan û Trump bûye

Hat diyarkirin ku Pentagon ku ragihandibû "piştgirî nade operasyonê" jî tev lî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Trump de ku têde plana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin, bûye.

Lavrov: Em ji bo diyaloga navbera Şam û Kurdan amade ne
Lavrov: Em ji bo diyaloga navbera Şam û Kurdan amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ji bo diyaloga navbera kurdan û Şamê amade ne û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin
Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin

Pentagonê, daxuyand ku ji bo ewlehiyê wan leşkerên xwe ji herêma operasyonê derxistiye.

Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê

Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî yê Sûriyeyê Faysal Mikdad, bang li Kurdan kir ku tevlî hêzên rejîmê bibin û got: “Em ê destûrê nedin dagirkeriyê.”

Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe
Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe

Çapemeniya DYA, bal kişand ser naverok û hûrguliyên navbera axaftina Erdogan û Trump a bi telefonê. Kovara Newsweekê, di nûçeya xwe de diyar kir ku Erdogan pêşniyar kiriye ku berpirsiyariya girtiyên DAIŞ'ê bigirin ser xwe.

Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku li hemberî liv û tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir

McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike
McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike

Nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk li ser Twitterê nerehetiya xwe der barê daxuyaniya Koşka Spî de anî ziman û got biryara DYA’yê ji Rûsya, Îran û DAIŞ’ê re wekî diyariyekê ye û Trump şaşiyên kambaxtir dubare dike.

< 125 126 127 128 129 > Rupel 127 / 145