NY: Em nizanin wê çi bibe
NY: Em nizanin wê çi bibe

Neteweyên Yekbûyî têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava daxuyanî da û bang li hemû aliyan kir. Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya ji bo Krîza Sûriyê yê NY Panos Moumtzis li Cenevre daxuyanî da û got: “Em nizanin wê çi bibe… Em ji rewşa herî xirab re xwe amade dikin.”

Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin, li paytext Bexdayê derketina derve qedexe kir.

Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû
Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû

Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdiyan a herî mezîn a cîhanê ya duh jî bo îbadetê hat vekirin. 7 qubeyên li dûra banê bikember a perestgehê ku weke sembola rojê tê binavkirin, di baweriya Êzidiyan de 7 serferişteyan teswîr dike.

Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin

Li Iraqê, di navbera bajarê Kerbela û El Hîllayê de li noqteyeke kontrolê teqînek çê bû. Li gor agahiyên bi dest ketin di teqînê de 9 kes mirinê û 6 kes jî birîndar bûne.

FED'ê faîz kêm kir
FED'ê faîz kêm kir

Bankeya Navendî ya DYA'yê biryara xwe ya derbarê faîzê de aşkere kir. Bankeyê, rêjeya faîzê kêm kir û kir 1.75-2.00 ji sedî.

Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist

Beriya civîna bilind a Enqereyê ku dê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bê lidarxistin, Esad efûya giştî derxist.

Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin

Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, di çalakiyên roja Aşûreyê de 31 kes mirin.

Rûhanî: Bersiva me ya muzakereyên bi Amerîkayê re dê hertim neyînî be
Rûhanî: Bersiva me ya muzakereyên bi Amerîkayê re dê hertim neyînî be

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, diyar kir ku bersiva wan a pêşniyarên muzakereyên bi Amerîkayê re yên ji bo rakirina danekirinan û bernameya nukleerê dê her tim neyînî be.

Serokwezîrê Gurcistanê Mamuka Bakhtadze îstîfa kir
Serokwezîrê Gurcistanê Mamuka Bakhtadze îstîfa kir

Serokwezîrê Gurcistanê Mamuka Bakhtadze li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ji erka xwe ya Serokwezîriyê istîfa kiriye.

Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin
Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin

Li Bajarê Kunduz a Afganistanê erîşek xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin
Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin

Li Eyaleta Teksasê ya DYA êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn.

Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im
Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im

Pûtîn, beriya serdana wî ya Rûsyayê bersiva Erdogan da û têkildarî Îdlibê daxuniyek da. Berdevkê Kremlînê diyar kir ku Pûtîn ji gumanên Erdogan ên têkildarî Îdlibê fêm dike, lê ew jî ji zêdebûna êrîşên milîtanan bi gumanan e.

NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in

Raporterê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Mafên Mirovan ê Îranê Cawîd Rehman têkildarî zextên li ser girtiyan a Îraranê rapor aşkere kir. Rehman, diyar kir ku li gorî raporê li Îranê nêviyên girtiyên siyasî Kurd in.

Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin
Li Navenda Ambulansê xistin: 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin

Li Idlibê li navenda Ambulansê xistin. Di êrîşê de 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin.

Li Çînê bager rabû: Herî kêm 28 kes mirin
Li Çînê bager rabû: Herî kêm 28 kes mirin

Li Çînê bagera mezin rabû. Herî kêm 28 kes mirin û 20 kes jî winda ne.

< 126 127 128 129 130 > Rupel 128 / 145