Almanya jî firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dide rawestandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heîko Maas ragihand ku firotina çekan ji bo Tirkiyeyê dê bidine rawstandin. 

 
Welatekî din jî ji ber êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê biryara danekirina çekan da. Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heîko Maas ji Rojnameya Bild Am Sonntagê re axivî û ragihand ku Hikûmeta Federal a Almanyayê ji ber êrîşa wê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji bo Tirkiyeyê destûra firotina çekan dernexe.