Li Avûstûryayê rojnameyan rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin
Li Avûstûryayê rojnameyan îro bi armanca şermezarkirina zextên hikumetê yên li ser çapemeniyê rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin û zext şermezar kirin.
Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî yekîneyên kurd li dijî hiqûqa navdewletî ye û ne meşrû ye.
McGurk: 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn
Nûnerê têkoşîna taybet ê li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett McGurk, diyar kir ku wan xwest sînor li pêş DAIŞ'ê bigirin û wiha got: "Me ji Tirkiyeyê xwest deriyê sînor li DAIŞ'ê bigirin ku neçin Sûriyeyê. Lê Tirkiyeyê ev daxwaza me red kir. 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn."
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Rayedarên rûs bi Esad re hevdîtin pêk anîn
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, ragihand ku rayedarên rûn li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anîne.
Serokê Konseya YE'yê Tûsk: Ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd çekê deynin
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tûsk, peymana agirbestê ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat çêkirin nirxand û got, ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd vekişin.
Merkel Macron û Johnson bi Erdogan tên gel hev
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokwezîrê Îngistanê Borîs Joohnson, ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxînin, biryar dan ku bi Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan re bên gel hev.
Ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne
Li gorî rapirsîneke ku hatiye kirin, ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne û ji sedî 65'ê wan jî dixwazin danekirinên aborî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.
Lavrov: Divê pirsgirêka kurd bi diyalogê bê çareserkirin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî agirbesta Amerîka û Tirkiyeyê, diyar kir ku ew dixwazin Pirgirêka Kurd li ser esasê yekparebûna Sûriyeyê û diyaloga di navbera QSD û Şamê de bê çareserkirin
Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne
Yekitiya Ewropa, carek din operasyon û erîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest Tirkiye leşkerên xwe paşve vekişîne.
Trûmp: Min destûr da ku şer bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, piştî agirbesta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, axivî û ev tişt got: "Min got divê ku hinek şer bikin. Hûn ê destûr bidin ku weke 2 zarokên li dibistanê şer dikin û paşê wan ji hev biqetînin. Çend rojan şer kirin û heta herta bixwazî tund bû."
Esad: Em ê bersivê bidin êrîşên Tirkiyê
Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad têkildarî êrişên Tirkiyê cara ewil daxuyanî da û got: “Em ê li dijî êrîşkariya Tirk li her deverê Sûriyê bi amûrên rewa bersivê bidin.”
Rûsya: Tirkiyeyê rageşiyê bilind kir
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, diyar kir ku lihevkirina di navbera Şam û kurdan de bi kêfxweşî pêşwazî kirine û li bakurê Sûriyeyê bi awayekî micid rageşî bilind bûye.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: 300 hezar kesî malên xwe terk kirine
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 300 hezar kesî ji neçarî malên xwe terk kirine.
Swêdê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinand
Li welatên firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinandin Swêd jî lê zêde bû. Swêdê biryar da ku firotina çek û kelûpelên eskerî ya ji bo Tirkiyê sekinand.
Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen, ji Paytextê Sûriyeyê Şamê bang li Tirkiyeyê kir û xwest Tirkiye şer rawestîne.