34 kesên di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin tên bîranîn ZINDÎ
34 kesên di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin, di sala 14’emîn a komkujiyê de li ser gorên xwe tên bîranîn.
Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
Weqfa Ensarê ku bi îstîsmarkirina zarokan di rojevê de ye, dê li Mêrsînê di çarçoveya protokola bi Wezareta Perwerdeyê re hatiye îmzekirin de dersa “exlaqê” bide xwendekaran.
Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna zêde ya berfê kir û xwest gel tevdîrên xwe bigire.
Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
Rezervên neft û gaza xwezayî yên li Sûriyeyê û rezervên nû yên di Behra Spî de hatine tesbîtkirin, îşaret bi sedema esasî ya şerê navxweyî dikin.
Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
Ji duh ve li Elkê berf dibare û navçe di bin berfê de ma. Li deverên bilind ên navçeyê zêdetirî metreyek berf bariya.
Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
Hevseroka KATDER’ê Makbule Yavuzer diyar kir ku “Divê azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê, Rêberê me bê misogerkirin. Ji bo vê yekê, divê hemû gel beşdarî mîtînga ku dê di 4’ê Çileyê de bê lidarxistin bibin.”
Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
Hiqûqnasên ku bal kişandin ser 11'emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya wê hatine hiştin, diyar kirin ku pakêt li gorî bendewariyan nîn e û pirsîn: “Gelo ev pakêt bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e?”
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
Komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, avahiyên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê veguherandin nuqteyên leşkerî.
Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de, daxwaza berdana Kemal Erturk û Ayhan Kavak hat kirin.
Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku zimanê aştiyê hîn nehatiye avakirin û hîn jî partî hene ku daxwaza demokrasiyê ya bêyî Kurdan dikin
Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin û cezakirina kiryarên wan edalet xwestin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
Di 1084'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de, li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku 31 sal berê di binçavan de hat windakirin, hat pirsin.
Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku banga pêkanîna "mafê hêviyê" kir, diyar kir dê "mafê hêviyê" aştiya civakî pêş bixe.
Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
Şîna Lokman Gazyak ê HPG'î ku çar sal berê li herêma Garê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.