Lavrov: Em ê navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, polîtîkayên Amerîkayên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û da zanîn ku dê di çarçoveya Mutabaqata Edeneyê de navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
Wezareta Karên Derve ya Kanadayê, ragihand ku Kanadayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand. Her wiha îro Spanyayê jî heman biryar girtibû.
Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike
Wezîrê Karên Derveyê yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî, got Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "qirkirineke etnîkî" dike.
Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
Piştî leşkerên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku ji Minbicê vekişiyane.
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Dagirgeriya yek alî ya Erdogane” û got: “Ev bû sedem ku li gelek deveran mirov bimirin, koçberî çêbe û hilweşandin pêk were.”
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rusya Alelsandr Lavrentyev, diyar kir ku wan di navbera rêveberiya Şam û kurdan de navbeynkarî kirin û got: “Divê li ser xeta sînor a Sûriyeyê artêş bê bi cihkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Leşkerên rûs li Minbicê ne
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên rûs li bakurê Sûriyeyê li xeta hevbirînê ya hêzên hikûmetê artêşa tirk dewriyeyan davêje.
NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî operasyona li ser Rojava didome Tirkiyê hişyar kir.
Ji Volkswagenê bo Tirkiyê biryara taloqê
Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine.
Çekya firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand
Dewleta Çekyayê firotina sîlehan a Tirkiyeyê rawestand.
CPJ êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamegeran şermezar kir
Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navnetewî (CPJ) êrîşa li dijî rojnamegerên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn şermezar kir û got “ev sûcê şer e.”
Rewşenbirên Firansî ji hikûmeta Firansayê xwestin bibe înîsiyatif
Rewşenbir û rojnamegerên Fransî, li dijî êrîşên Tirkiye ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne bang li hikûmeta Firansayê kirin û xwestin bibe înîsiyatif.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiye li gelek welatên cîhanê didomin
Çalakiyên protestoyî yên li djî êrîşên Tirkiye ku li dijî Bakur û Rojhliatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dabû destpêkirin li gelek welatên cîhanê didomin. Nûnerên rêxistinên sivîl li gelek bajarên DYA û welatên Ewropa çalakî li dar xistin û operasyon şermezar kirin.
Macron: Divê êrîşa Tirkiyeyê raweste
Serokkomarê Fransayê Macron diyar kir ku ji Erdogan û Trump re gotiye ku divê êrîşa Tirkiyeyê raweste.
Merkel banga operasyonê rawestînin kir
Seroka Almanyayê Angela Merkel, derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê de bang li Tirkiyeyê kir demildest operasyonê rawestîn e.