Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku Amerîka li herêma Dêra Zorê petrolê derdixe.
Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê medya civakî Tirkiyeyê hişyar kir û ev tişt gotin: "Tirkiye, bi tevahî têdigihîje ku divê êrîşê kurdan ku vedikişin neke. Di rewşeke binpêkirinê de hewce nake ku ez bibêjim ez ê danekirinên berfireh deynim ser Tirkiyeyê."
Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku lihevkirina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike.
Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku piştî lihevkirina Soçiyê hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirine, lê hin pirsgirêk derketine û ev tişt got: "Hevdîtinên bi nûnerên kurdan re didomin."
Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Beşar Caferî, di rûniştina KENY'yê ya bi mijarê Sûriyeyê de diyar kir ku hincetên Tirkiyeyê yên ji bô êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derew in û ev tişt got: "Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna girseyan."
Parlamentoya Ewropayê: Bila zext were kirin
Parlamentoya Ewropayê, li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara şermezarkirinê girt. Her wiha daxwaz kir ku Yekitiya Ewropayê danekirinan deyne ser Tirkiyeyê.
Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn, diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de kirin.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt got: "Welatekî mîna Tirkiyeyê ku mutefîkê me yê NATO'yê ye, berjewendiyên wê yên ewlehiyê meşrû bin ne meşrû bin, li derveyî hiqûqa navneteweyî herêmekî îlheq kiriye û mirovan ji vir daye koçkirin, ev rastiyek e."
Rûsya: Me bi kurdan re diyalog danî
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov diyar kir ku bi kurdan re diyalogê danîne û hevî dike ku garantiya terkkirina herêma sînor bidin.
Li Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin
Li herêma Essexê ya Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin.
Ji Peskov daxuyaniya piştî Soçiyê: Heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên tirkan
Berdewkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, têkildarî lihevkirina wan û Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên artêşa tirk.
Esad li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn, li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev.
Ji hevpara hikûmeta Almanyayê ji bo Ewropayê: Em Bakurê Sûriyeyê biparêzin
Li Almanyayê Parlamenterê CDU'yê Roderîch Kîesewetter, daxwaz kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke mirovî bê avakirin û ji aliyê yekîneyên leşkerî yên Ewropayê ve bê parastin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku ji bo refîneyên petrolê nekevin destê DAIŞ'ê dibe ku komeke leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin û bi QSD'ê re van deveran biparêzin.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê: Em ji bo tiştên ku li Sûriyeyê dibin bi fikar in
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, diyar kir ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên ku li welat pêk tên, ketiye rewşe ku ne bi dilê wan û ev rewş jî wan dike nav fikaran.