NY: Tirkiye li gorî hiqûqa navnetewî sûc dike
NAVENDA NÛÇEYAN – Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî operasyona li ser Rojava didome Tirkiyê hişyar kir. Ofîsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya hiqûqa navnetewî li Tirkiyê kir. Di daxuyaniya hat dayîn de li gorî hiqûqa navnetewî dê Tirkiye ji înfazên komên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê pêk tîne berpirsiyar bê girtin.