Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku niha bala wan li ser hilbijartina Serokkomariyê ye û got: “Em ê têkoşîna xwe berfireh bkin û faşîzmê têk bibin.”
Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
Piştî ku Ercument Akdenîz ji serokatiya EMEP’ê îstîfa kir, Selma Gurkan bû seroka giştî ya EMEP’ê.
‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
Kemal Bulbul diyar kir ku ewlehiya hilbijartinê nebû û rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye û got: “Di tûra duyemîn de wê rayek we jiyanê diyar bike.”
Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
Di sindoqa Hejmar 1111 a li navçeya Saruhanliyê de ji bilî MHP’ê dengên hemû partiyên siyasî kêm hatine nivîsandin.
Tifaqa Milet civiya
Serokên giştî yên pêkhateyên Tifaqa Milet beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li Navenda Giştî ya CHP’ê civiyan.
‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari banga hilbijartina serokkomariyê li ciwanan kir û xwest her kes bi hêz tev li hilbijartinê bibe da ku rejîma yek zilamî hilweşînin.
HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir ku wan di 14’ê Gulanê de faşîzm daye sekinandin, tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê destpêka firsendeke nû ye û wiha gotin: “Bêyî ku xwe reşbîn û bêhêvî bikin, em dikarin di nava 11 rojan de dawî li xerabiyê bînin.”
CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek got ku di hilbijartina serokkomariyê de wan tespît kiriye ku girtekên 2 hezar û 269 sindoqan û di hilbijartina parlamenteriyê de jî girtekên 4 hezar û 825 sindoqan hev nagirin. Erkek, diyar kir ku dê hilbijartina li pêş pir hêsantir bibe.
Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hakan Ozturk bi bîr xist ku hilbijartinên Stenbolê jî hatibûn nûkirin û wiha got: “Hilbijartina serokkomariyê bo tura duyemîn ma û vê yekê nîşan da ku çirûska demokratîkbûnê hatiye vêxistin.”
Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê diyar kir ku mudaxileyên li dijî xespa vînê weke provokasyonê ne û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê vîna gelê xwe biparêzin.”
Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
Li ser îtîraza hevpar a AKP, MHP û Partiya Îyî, hewl dan hene ku parlamenteriya Meral Daniş Beştaş bê xespkirin. Beştaş, got ku dê serî li ber kompasan netewînin û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku wekîltiya me were xespkirin.”
MYK’a HDP’ê civiya
MYK’a HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan civiya.
YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
Serokê YSK'ê Ahmet Yener, daxuyand ku li gor sindoqên hatine vekirin di hilbijartinên serokkomariyê de rêjeya dengên Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40 û ya Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 44,96 e.
Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
Namzetê parlamenteriyê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku li dijî sindoqên dengê wan tê de zêde li ser hev îtîraz tên kirin û wiha got: “Îradeya gel bloke nekin.”
AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
AKP li dijî hemû sindoqên ku namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazê dike.