Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan bi Partiya Çepên Kesk oprasyonên îktidarê pûç kirine û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk û teminata aştiya mayînde, em hêza motorê ne. Em li bin dara Partiya Çepên Kesk werin ba hev.”

Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mazlum Taş diyar kir ku navnîşana çareseriyê ya ciwanan Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Heta ku ciwan azad nebin, ev welêt xweş nabe. Lewma divê ciwan xwedî gotin bin. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwanî xelas bikin.”

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce bi meha ye li Hatayê xebatan dimeşîne diyar kir ku divê gel dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Wer in em bibin yek û bi hev re biguherînin.”

Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mîtînga Edeneyê de got: "Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe, dê ji tûra duduyan re nemîne. Di tûra ewil de dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê."

Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk ku banga tevlibûna mitînga fînalê ya li Yenîkapi ya Stenbolê were lidarxistin li welatiyan kir, wiha got: “Em ê bi rûhê 8’ê Adarê û Newrozê fînala xebatên hatin kirin li Yenî Kapiyê tacîdar bikin.”

Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin

Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê parêzer Îsmaîl Terût got ku li seranserî bajar hewcehî bi muşahidan heye û bang li gel kir ku bibin muşahid.

Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP û Partiya Çepên Kesk diyar kir ku li dijî hîleyên hilbijartinê hemû cureyên tevdîran girtine û wiha got: “Daxuyaniyên partiya me yên li dijî manîpulasyonan bi baldarî guhdar bikin.”

Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin

Di mîtîngên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêt û Enqereyê siyasetmedar got: "Em Partiya Çepên Kesk, li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî gelan vê desthilatê bişînin û em jiyaneke demokratîk a nû ava bikin. Dîwarên qesrê pûl bi pûl hildiweşin."

‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’

Li Mûşê namzetên Partiya Çepên Kesk bi konvoyê li nav bajêr geriyan û hevdîtina gel li dar xistin.

Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo mitînga fînalê ku dê di 12’ê gulanê de li Îzmîrê li dar bixe, bênavber didomîne.

Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk di civîna bi rojnameger û nivîskaran re de wiha got: “Di 14’ê Gulanê de têkbirina AKP-MHP’ê bi têrî nake. Her wiha divê pergala yekperest a sedsalî jî were tunekirin.”

Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye û anî ziman ku li dijî hemû zext, astengkirin, provokasyonan dikarin bi têkoşîneke birêxistinkirî desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin.

Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin

Li Colemêrgê di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku dê 14'ê Gulanê bi serkeftinê bê tacîdarkirin û îşaret bi tecrîda li Îmraliyê hat kirin û wiha hat gotin: “Em ê tecrîdê bişkînin û roja Kurdn azad bikin.”

Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê<br>Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin

Ahmet Turk li Nisêbînê xîtabî bi hezaran kes kir û diyar kir ku ev îktidar ji bo rayekî bistîne heyet şandiye cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP û tifaqa xwe wê birevin.

Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Cizîrê de bang li hezaran kesan kir û wiha bal kişand ser ewlehiya hilbijartinan: “Hûn tevek jî weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin. Divê em îradeya ji sindoqan derdikeve jî biparêzin. Ciwanno, tûrikên dengan neterikînin.”

< 78 79 80 81 82 > Rupel 80 / 291