Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
Parlamenterê CHP’ê Mûrat Bakan diyar kir ku midûrên emniyetê yên Bedlîs, Mêrdîn û Edeneyê û fermandarên cendirmeyan ên Enqere, Çanakkale û Agiriyê ji wan encamên hilbijartiê xwestine û wiha got: “Gelo YSK’ê hûn peywirdar kirine?”
Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev bang kir: “Ji ser sindoqan veneqetin.”
Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş piştî bidawîbûna dengdayînê peyamek parve kir û wiha got: “Niha jî dema xwedîderketina li dengan e.”
Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
Nûnerê YSK'ê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, daxuyand ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan û got ku wan gilî kiriye.
Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin.
Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye dengê xwe da û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”
Erdogan dengê xwe da
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li navçeya Uskudara Stenbolê dengê xwe da.
Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Yenîkapiyê de axivî û wiha got: “Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye. Sibe dê bi mohrên her yek ji me derkevin rê.”
Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a bang li waniyan kir, diyar kir ku wê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin “Van Mînut” û wiha got: “Ew dê biçin û dê careke din neyên. Û em ê bi Partiya Çepên Kesk re em ê bi milyonan bên.”
Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kes kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Dê tecrîd were rakirin.”
Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
Qada Îstasyonê ya Amedê ku Partiya Çepên Kesk mitînga xwe li dar dixe, bi devî re tije bûye.
Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
Partiya Çepên Kesk li Wanê bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar dixe û gel îradeya xwe beyan dike.
Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
Bi deh hezaran kes diherikin mitînga ku Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Destpêkeke bi heybet” li Qada Yenîkapiyê li dar dixe. Di mitîngê de pankarta gotinên “Em tevgereke ku vegera dîrok û evînê ne. Em li pey nemirinê ne” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hate vekirin.
Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: "Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin."
Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş a anî ziman ku di hilbijartinan de roleke girîng a gelê kurd heye, bi lêv kir ku ji bajarî wê herî kêm du wekîlan derxînin.