Temellî: Niha dema guhertinê ye
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî yê li Stenbolê di civîna gel de axivî, bang li welatiyan kir ku biçin ser sidoqan û wiha got: “Niha dem dema guhertinê ye. Kî neçe ser sindoqê wê bibe şirîkê vê zilm û xerabiyê.”
Bakirhan: Ji bo hilweşandina pergala yek zilamî em biçin ser sindoqan
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan bang li gel kir ku ji bo rejîma yek zilamî hilweşînin biçin ser sindoqan û xwest ku gel ji bo pêşeroja demokrasiyê xwedî li sindoqan derkeve.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk encama hilbijartinê dê li Enqereyê bişopînin
Sindoqên ku dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk raya xwe bidin diyar bûn û dê encama hilbijartina serokkomariyê li Enqereyê bişopînin.
Buldan: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi rûspiyên civakê re hevdîtin kir û wiha bang li hilbijêran kir: “Em dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û îspat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vî welatî bibînin.”
'Li dijî desthilata yekperest biçin ser sindoqan'
Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz bi lêv kir ku ji bo têkbirina desthilata yekperest hilbijartinên 28'ê Gulanê pir girîng in û bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe li dijî desthilata yekperest bi kar bînin.
Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Sûr a Amedê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî li bajarokê Gundikêmelê yê Şirnexê û bang li hilbijêran û dikandaran kirin ku di 28'ê Gulanê de dengên xwe bidin.
Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwest her kes di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û piştevaniyê bide guhertinê. Siyasetmedarê kurd Ahmet T urk jî got: “Divê em neyên lîstokên hin kesan û em bi seferberi biçin ser sindoqan.”
‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez diyar kir ku Colemêrg di 14’ê Gulanê de bû hêvî û wiha got: “Em ê vê hêviyê mezin bikin, dê di tûra duyemîn de bloka faşîst bê têkbirin.”
Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartina serokkomariyê didomîne. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li Şirnexê axivî û got: “Di 14’ê Gulanê de stratejiya me çibe, di 28’ê Gulanê de jî em ê heman helwestê nîşan bidin.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Wanê di hevdîtina bi gel re de axivî û têkildarî hilbijartina 28’ê Gulanê wiha got: “Dê gelê kurd di hilbijartinê de tişta pêwîst bike. Gelê me di daxwazên xwe de jidil e, di sekna xwe de micid e û em ê encamên van tevan jî bibînin.”
Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî tûra dûyemîn a hilbijartina Serokkomariyê wiha got: “Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û em ê bi hev re rejîma yek zilamî biguherînin.”
Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser kuştina jinan a di serdema AKP’ê de û got: “Di 28’ê Gulanê de em bi motîvasyonek xurt tifaqa dijminatiya jinan dike têk bibin.”
Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
Partiya Çepên Kesk, li navçeyên Mêrdînê roja ewil a hevdîtinên xwe yên gel ku dê du rojan bidomin, bi dawî kir. Siyasetmedar Ahmet Turk di civînê de axivî û got: "Divê em gelê kurd dersekê bidin hikûmetê."
Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
Partiya Çepên Kesk û HDP, piştî civîna xwe ya awarte daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tayinkirina qeyûman nayê qebûlkirin û wê helwesta xwe ya dawî ya têkildarî hilbijartinên 28'ê Gulanê sibê eşkere bikin.
Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
Xebatên ji bo hilbijartina serokkomariyê li gelek bajaran didome. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî li Mêrdînê bi gel re hevdîtin kir û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi faşîzmê, bi Erdogan bidin windakirin. Dê di 28’ê Gulanê de demokrasî bi ser keve, faşîzm winda bike.”