Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku divê welatî moralê xwe xera nekin û got: “Ji bo em faşîzmê rawestînin teqez divê em biçin ser sindoqan.”
Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek hilbijartinê ya nedemokratîk de derbas dibe û wiha got: “Tu rewabûna Erdogan nemaye. Em bêmoraliya xwe deynin aliyekî. Em ji hilbijartinên 14’ê Gulanê xurttir biçin ser sindoqan.”
Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê di wesfê referandûmê de ye û got: "Ji bo avakirin û diyarkirina siberoja xwe, em di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin."
Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren destnîşan kir ku dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne û bang kir ku di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.
DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsînên navenda wê Mêrsînê de da û wiha got: “Bloka faşîst, dewletê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne, bi binçavkirinan dibêje qey dê kurdan bitepisîne. Lê ev hewldan hewldanên vala ne.”
Hatîmogûllari bang li hilbijêrên neçûn ser sindoqan kir: Pêşeroja vî welatî di destê we de ye
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku nêzî 10 milyon neçûne ser sindoqê û wiha got: “Pêşeroja vî welatî di destê we de ye. Herin ser sindoqan û mohra xwe li dijî rejîma yekzilamî bi kar bînin.”
Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dê Tifaqa Cumhur welêt ber bi tarîtiyê ve bibe û wiha got: “Gelê kurd di 14’ê Gulanê de bersiv da polîtîkaya zilm û zextê. Dê di 28’ê Gulanê de Erdogan têk bibe û helwesta xwe ya zelal nîşan bide.”
Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Gergerlîoglû bal kişand ser îstîsmarkirina dîn ji hêla AKP’ê ve û wiha got: “Gel bedelekî giran da û dixwazin bi rêya îstîsmarkirina dînî vê rewşê veşêrin.”
Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê bang li hilbijêrna kirin ku biçin ser sindoqan û diyar kirin ku ew bi biryar in dawî li serpêhatiya 21 salan a AKP’ê bînin û gotin: “28’ê Gulanê roja rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji tarîtiyê ye.”
Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
Nûnerên Partiya Çepên Kesk ku li Wanê dest bi xebatên hilbijartinê kirin ev peyam dan: “Me di 14’ê Gulanê de winda kir lê em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin.”
Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
Siyasetzan Eren Aksoyoglû bal kişand ser guherîna hevsengiyên siyasî yên li Tirkiyeyê yên di nava hefteyekê de û wiha got: “Di nava hefteyekê de hinek helwestên siyasî yên AKP û CHP’ê tam berevajî hev bûn.”
Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik diyar kir ku gel êdî guherînê dixwaze û wiha got: “Divê her kes li ser sindoqê vîna xwe nîşan bide. Bila kesek nebêje ‘ez hêrs bûm, dilê min ma ye û naçim se sindoqê.’”
Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
Parlamentera Partiya Çepên Keskan a Şirnexê Newroz Ûysal diyar kir ku hilbijartinên tûra 2'yemîn ji bo demokrasiyê derfetek e û bang li her kesî kir ku di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
Namzetên Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil bi girseyî daketin qadan, diyar kirin ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di 28’ê gulanê de têk bibin.
Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku hikûmeta ku 21 sal in vî welatî bi rê ve dibe dixwaze bi dijmintiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolîde bike û wiha got: “Ji bo Kurdistanê azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e.”