Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna PM’a HDP’ê de axivî û wiha got: “Mijara me ya sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye. Dê HDP rêbazên ku sazûmaniya xwe bidomîne û tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bike.”

Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê

Partiya Çepên Kesk ji bo Fermana 74’an weke “qirkirin” bê qebûlkirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.

Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne

Endamê MYK’a Partiyê Çepên Kesk Cahît Kirkazak bertek nîşanî Diyanetê da ku dixwaze tev li doza Kobanê bibe û anî ziman ku desthilat, Diyanetê weke amûrekê bi kar tîne.

HDP dê kongreya awarte li dar bixe
HDP dê kongreya awarte li dar bixe

Di civîna Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê û Partiya Çepên Kesk de biryar hat girtin ku dê HDP kongreya awarte li dar bixe û Partiya Çepên Kesk jî dê di dawiya meha Îlonê de navê xwe û tuzuka xwe biguherîne.

Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, diyar kir ku civînên gel dê şekil bidin siyaseta wan û wiha got: “Em tifaqên xwe mezin bikin li kolanan, taxan û gundan siyasetê bikin û gelê xwe bi rêxistin bikin.”

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan encama polîtîkayên şer e û got ku divê tecrîd ji holê bê rakirin.

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku wan ji civînên gel ên ku bi dawî kirine encamên erênî wergirtine û got ku ew ê di pêvajoya biryardayînê de bi gel re biaxivin û derbasî pêvajoyeke xurt bibin.

Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, anîn ziman ku di civînên gel ên Botanê de, nêrîna hevpar ew e ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin.

Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin

HDP û Partiya Çepên Kesk li Esentepeyê civîna gel li dar xist û li rexne û pêşniyazên gel guhdar kir.

‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’

Di civîna gel a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ya li navçeya Tûşba ya Wanê de hat gotin ku têkoşîna birêxistinkirî dê gelê kurd bi ser bixîne û wiha hat gotin: “14’ê Tîrmehê, berxwedana mezin a zindanê, rêya me ronî dike.”

Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad diyar kir ku hêzên hegemonîk projeya Abdullah Ocalan a netewa demokratîk weke xetereyê li ser xwe dibînin û got ku hêmana bingehîn a ku wê tecrîdê di sedsala Lozanê de rake yekitiya neteweyî ya kurdan e û got: "Projeya birêz Ocalan ji bo tevahiya gelan û baweriyan weke mifteya çareserî û azadiyê ye."

Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin

Partiya Çepên Kesk ji bo ronîkirina Komkujiya Zîlanê ku zêdetirî 15 hezar kes hatibûn qetilkirin, xwest ku komîsyona heqîqetê were avakirin.

Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in

Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Cengîz Topbaşli diyar kir ku civînên gel ên di çarçoveya pêvajoya avakirina serdema nû de pêk tên hêvî didin wan û destnîşan kir ku ew navenda siyaseta Rêya Sêyemîn in û ew ê bi civînên tematîk van xebatan bidomînin.

Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di komcivîna li Meclisê de bal kişand darizandina rojnamegerên kurd û got: "Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyek rasteqîn û rastiyan heye. Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine, 13 meh in girtî ne."

Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk

Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Koma Meclisê ya Partiya Çepên Kesk û têkildarî komeqanûnê rexne, pêşniyar û daxwazên xwe parve kirin.

< 70 71 72 73 74 > Rupel 72 / 291