Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kir, diyar kir ku desthilat pirsgirêkên 7 meh in çareser nekirine normal dike û wiha got: “Bila kes qebûl neke ku bibe miriyên zindî. Em bang li herkesê dikin ku têbikoşin.”
Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û wiha got: “Heke daxwaza we ya çareserkirina pirsgirêka kurd hebe, wê demê deriyên Îmraliyê vekin.”
Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
Dîrok û cihê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ku dê Partiya Çepên Kesk li dar bixe diyar bû.
Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya du rojan eşkere kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Ji bo em jiyana nû ya ku bingeha paradîgmaya me ye ava bikin, em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navendî û xwecihî re, bi hemû pêkhateyên xwe re, bi hemû kesayetan re ji bo heyama nû bi bawerî û biryardarî dimeşin. Rêya me Rêya Sêyemîn e.”
MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina konferansan, polîtîkaya tifaqan a partiyê û amadekariyên kongreyê civiya.
Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê pirsgirêka kurd jî neyê çareserkirin û tecrîd pirsgirêka 58 milyon welatiyan e.
Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
Di konferansa Partiya Çepên Kesk de ku du rojan dewam kir, 24 biryar hatin girtin. Bênavber têkoşîan li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e.
Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
Hat diyarkirin ku di civînên gel, komxebat û konferansan de ji bo navê navê nû yê li Partiya Çepên Kesk were kirin, herî zêde pêşniyaza navê Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin.
Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
Delegeyê Kongreya Partiya Çepên Kesk Emîr Alî Turkmen diyar kir ku ew ê destpêkek nû bikin û got: “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayên bi bandor bikin.”
Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
Partiya Çepên Kesk dê konferansa xwe ya mezin li Navenda Çanda Nazim Hikmet li dar bixe.
Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn û got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.
Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
Partiya Çepên Kesk ku tê payîn di nîvê meha cotmehê de kongreya xwe li dar bixe, di hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me de heta ku pêşhilbijartinê neke dê êdî namzetên xwe diyar neke. Namzet dê di encama lihevkirinek berfireh de bên diyarkirin.
Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
Ji avakarê Partiya DEVA’yê Ahmet Faruk Unsal li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal rexneyên xwe têkildarî Alî Babacan parve kir û daxuyand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye.
Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak diyar kir ku divê li dijî Peymana Lozanê, peymaneke civakî hebe û wiha got: “Îradeya ku dê vê pêk bîne jî gelê kurd, HDP û Partiya Çepên Kesk e.”