DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin

Mûrat Yargi yê DBP’î destnîşan kir ku ew li Êlihê ji bo kongreyê amadekariyan dikin û wiha got: "Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin."

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku dê partiya wan sazûmaniya xwe biparêze û wiha got: “Em ê hemû tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin.”

Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di kongreya asayî ya DBP'a Şirnexê de diyar kir ku çareserî bi şikandina tecrîdê pêkane û wiha got: “Sekna birêz Ocalan, sekna aştiyê, çareserî û muzkareyê ye. Divê her kes bizane ku heta tecrîd ranebe azadi, wekhevi û aştî mimkin nîne.”

Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê

Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak weke Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên nû hatin hilbijartin.

Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn

HDP kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Hat zanîn ku Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan bûne namzetên hevserokatiya HDP’ê.

DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir

DYA’yê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, mueyîde li komên paramîlîter ên Tugaya Suleyman Şah û Tumena Hamza ferz kir ku girêdayî dewleta tirk in.

Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne

Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli anî ziman ku qeyûm li dijî civakê, çand, nasname, baweriyan, nirxan, hafizeyê û siberojê ne û qeyûm bûne wek garnîzonên mudaxileyê.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê, di rapora xwe ya "Rêveberiyên Herêmî ya Azadiya Jinê û Rejîma Qeyûm" de xebatên di qada jinê de hatine kirin û "texrîbatên di serdema tayinkirina qeyûman a duyan de" hatine kirin destnîşan kir. Di encama raporê de jî wiha hat gotin: "Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e."

Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin

Li Îdirê kesekî ku êrişê HDP'a bajêr kir, tabelaya avahiya HDP'ê ji cihê wê ve kir û avêt çopê.

Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin

Parêzer Halîs Yildirim anî ziman ku ragirtina parlamenterê TÎP’ê Can Atalay a di girtîgehê de bêhiqûqî ye û ev bang li AYM’ê kir: “Destûr nedin ku daraz ji bo armancên siyasî were bikaranîn.”

Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranîna Haci Bektaşî Velî de axivî û wiha got: “Îktîdar li ber digerin ku elewiyên xwe ava bikin. Li dijî vê yekê em ê li gel elewiyan bi hev re têbikoşin.”

Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye

Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye û wiha got: “Em ê li dijî tiştên li welêt diqewimin bêdeng nemînin û têkoşîneke hevpar bidin.”

Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin ji bo tecrîda Îmraliyê were lêkolînkirin, bi dawî bibe û bi hiqûqê were kirin pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.

Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku sedemê şewatên li Çiyayê Cûdî ji ber daxwaza çêkirina zêdetir qereqolan e û wiha got: “Akbelen, Çiyayên Kaz, Dîkmece, Cûdî. Werin em bi hev re xwedî li van herêman derkevin, bila qadên nû yên mêtîngeriyê nebînin.”

Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk de aktorê herî girîng Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke Ocalan bikeve dewrê, dê ji wê kêliyê ve tu rewatiya vê îktîdarê û şer nemîne.”

< 69 70 71 72 73 > Rupel 71 / 291