HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku di pêvajoya jinûvesazkirinê de asta duyem dane destpêkirin û got ku dê li 8 herêman bi derdorên berfireh ên civakê re bi gel re civînan çêbikin.
Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
Di civînên gel ên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku HDP li xwebûna xwe vegere û rêxistinbûyîn ji xwecihî dest pê bike û pêşniyaza sazkirina meclisên taxan hat kirin.
Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku Tirkiye di bijartina endamên NATO’yê de jî dijminatiya kurdan dike û bal kişand ser krîza aborî ya ku her diçe zêde dibe.
HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
HDP û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya amadekariyên serdema nû de dê sibe li Herêma Marmarayê starta civînên bi gel re bidin.
Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku AKP bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re pirsgirêkên heyî girantir dike û wiha got: “Dema wê hatiye ku em li dijî tecrîdê bi dilwêrekî dengê xwe bilind bikin.”
400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
Fezlekeyên parlamenterên ku bi piraniya wan parlamenterên HDP’ê ne yên serdema 27’emîn ku parêzbendiya wan hat rakirin şandin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.
Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku ji bo endamtiya NATO’yê ya Swêdê mimkin nîne ew qala rewşekî erênî bikin.
Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan bertek nîşanî qedexeya derketina derve ya li gundên Bedlîsê da û xwest qedexeya kur ê li ber binpêkirinên giran vedike demildest were bidawîkirin.
Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
Partiya Çepên Kesk ragihandina qedexeya derketina derve ya li gund û mezrayên Xîzan a Bedlisê xist rojeva Meclisê.
HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
Lijneyên Rêveberiya Navendî yên HDP û Partiya Çepên Kesk sibe dicivin.
Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di dema hevdîtinên xwe yên li Wanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin û parêzerên bikarin hevdîtinan bikni.”
HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
HDP’ê bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê daxuyanî da û wiha got: “Dewlet û îktîdara ku bi komkujiyê re hevrû nebû, hêj îro jî di navbera gel û baweriyan de cihêkariyê dike. Ji bo aştî û aramiya civakê, hevrûbûn şert e.”
Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di bernameya pîrozbahiya cejnê ya li Wanê de axivî û wiha got: “Niha li her çar aliyên welêt mirov di tecrîdê de ne. Tecrîda herî giran jî li ser birêz Ocalan e. Bêguman em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”
KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
KCD’ê diyar kir ku zêdetirî 28 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Tirkiye bi tecrîda li Îmraliyê re hem qanûnên xwe hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Divê saziyên navneteweyî, partiyên siyasî û hemû kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bikin.”
DBP’ê kongreya awarte li dar xist
Di Kongreya Awarte ya DBP’ê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir dîsa weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.