'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîz anî ziman ku sedema binçavkirin û girtinan, têkçûyîna desthilata AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê ye û got ku ew ê li dijî van zext û êrişan xwe li qadan birêxistin bikin.
Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn anî ziman ku ew ê di serdema nû de têkoşîna xwe xurt bikin û xwe rexne bikin û got ku ew ê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin.
‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
Birîna daran a ji aliyê cerdevanan ve li Geliyê Godernê tê kirin, bir rojeva Meclisê.
Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan sivîl û siyasetmedaran qetil dike û wiha got: “Ji vê rewşê Neteweyên Yekbûyî berpirsyar e.”
Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hilbijartinê kodên xitimandina siyaseta Tirkiyeyê da nîşandan û got: “Fikrên birêz Ocalan ku ji bo çareseriyê pêşkêş dike dikare civakek dubendî ji holê rake. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.”
Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak ê 12 salî birin rojeva Meclisê.
HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên navendî temam kirin. Her du partî jî dê di navbera 17-27’ê hezîranê de li bajêr, navçeû gund û taxan civînên gel li dar bixin.
Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
Tifaqa Ked û Azadiyê, civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinan çêkir. Tifaqê piştî civînê wiha daxuyand: "Me tespît kir ku hemû pêkhateyên tifaqê divê muhasebeya hilbijartinê bikin."
Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê cara ewil e li hev civiyan.
Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
Civîna hevpar a MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir.
Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku hewceyî bi siyaseteke Kurdistanî heye û wiha got: “Siyaset bêyî gel nabe.” Ocalan xwest tectecrîda li ser Abdullah Ocalan jî demildest were bidawîkirin.
Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku faşîzm wê li kolanê were têkbirin û diyar kir ku dê di pêvajoya nû de bi perspektîfa rêya 3’yemîn wê xeta têkoşînê bihûnin.
Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
Tuncer Bakirhan ê HDP’î diyar kir ku ji xeta Rêya Sêyemîn dûr ketine lewma nekarin armancên xwe pêk bînin û wiha got: “Mirov nikare xeletiyên heyî yek bi yek li kesan bar bike. Divê em têkoşîna hevpar û siyaseta jinûveavakirinê bi hev re xurt bikin.”
Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku xetên rêya sêyemîn ên siyasî hene û got: “Em li vir in, diaxivin, rexne bikin, xwe rexne bikin. Em ê berpirsiyariyan bêkêmanî bînin cih û li rêya xwe berdewam bikin.”
Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar di daxuyaniya ewil a li Meclisê de bal kişand ser Nobeda Edaletê û bang li Wezîrê Dadê yê nû kir ku xwedî li sonda xwariye derkeve û got: “Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe.”