Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine
Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine

Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan baş, diyar kir ku sedema tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê ji ber dijminantiya Kurdan diqewime û wiha got: "AKP vîrûsa corona ji bo xwe wekî lutûfekê dibîne. Piştî Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe lutûfa duyemîn dibîne."

'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'
'Divê maf û daxwaz ji sûc bên derxistin'

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu têkildarî hevdîtina wan a bi AKP’ê re ev tişt got: “Hevdîtin bixwe jî zehmet bû. Sererastkirin, divê destpêkê ji bo vîn û tenduristiya gel, bi hevkariyê bikeve meriyetê.”

Meclis vebû û hat girtin
Meclis vebû û hat girtin

Lijneya Giştî ya Meclisê, bi hinceta ku Dîvana Serokatiyê li hev kom nebûye, vebû û hat girtin.

Ji 14 rêxistinên mafên zarokan daxuyaniya hevpar: Efûya îstîsmarkirina zarokan nabe
Ji 14 rêxistinên mafên zarokan daxuyaniya hevpar: Efûya îstîsmarkirina zarokan nabe

Parastvanên mafên zarokan bertek nîşanî sererastkirina înfazê ya nû dan û diyar kirin ku “efûya îstîsmarkirina zarokan nabe” û xwestin ku rapora ku di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclisê kirine, li ber çavan bê girtin.

Ji Parlamenter Ûca pêşniyazanameya qeyûm
Ji Parlamenter Ûca pêşniyazanameya qeyûm

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.

Ji Soylû daxuyaniya ‘qedexeya derketina kolanan’
Ji Soylû daxuyaniya ‘qedexeya derketina kolanan’

Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, derbarê qedexeya derketina kolanan de got; “Ger welatî rewşa xwe ya awarte îlan bike, wê demê pêdivî dê bi tedbîrek zedetir nebe.”

AKP’ê 5 sal şûnde HDP'ê ziyaret kir
AKP’ê 5 sal şûnde HDP'ê ziyaret kir

AKP'ê piştî 5 sal şûnde HDP ziyaret kir. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP'ê têkildarî sererastkirina zagonên înfazê ew ziyaret kirine û wiha got: "Em bi vî halî nikarin metrê pêşnûmayê qebûl bikin. Divê tewez di înfazê de rêgeza wekheviye hebe. Em cudakariyê qebûl nakin."

 Bayindir: Pêwîste birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan
Bayindir: Pêwîste birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li yek bajarên kurdan jî navendên testa vîrûsa koronayê lê were kirin tune ne û got: “Ev rewş nêzîkatiya îqtîdarê ya li hember kurdan dide nîşandan. Ez bang li gelê me dikim ku dernekevin derve. Divê birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan.”

Partiyên Sosyalîst: Qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye
Partiyên Sosyalîst: Qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye

Partiyên Sosyalîst bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ser şaredariyên HDP’ê dan û diyar kirin ku şaredariyên ku divê xizmetê bidin gel wergeriyane qereqolan û qeyûm ji tenduristiya gel re darbe ye.

Beştaş: Dinya bi vîrûsê re têdikoşe, AKP jî bi HDP’ê û gelê kurd re têdikoşe
Beştaş: Dinya bi vîrûsê re têdikoşe, AKP jî bi HDP’ê û gelê kurd re têdikoşe

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dinya bi vîrûsa koronayê re têdikoşe lê AKP li dijî HDP û kurdan têdikoşe û got: “Çi ferqa qeyûm û vîrûsê ji hev heye? Desteserkirina îradeya gel vîrûsa herî mezin e.”

Sancar: Desthilatdarî tenê bekaya xwe difikire
Sancar: Desthilatdarî tenê bekaya xwe difikire

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew bi operasyoneke qeyûm a nû ya desthilatdariya AKP’ê re rû bi rûne û got: “Di vê rewşê de, desthilatdarî li hemberî talûkeya ku mirovahî dixe nava xeteriyek mezin de jî, tenê bekaya xwe difikire.

Bersûn: Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin
Bersûn: Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum, têkildarî peyama Ocalan û rola Ocalan a ji bo Sûriyeyê diyar kir ku dikarin bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gelê Sûriyê çêkin û wiha got: "Em dikarin bi raman û fikrên Ocalan Sûriyeke nû, demokratîk û azad ava bikin.”

‘Divê pêdiviyên bingehîn ji budçeya giştî were dabînkirin’
‘Divê pêdiviyên bingehîn ji budçeya giştî were dabînkirin’

Koordînasyona Krîza Vîrûsa Koronayê ya HDP’ê li dijî vîrûsê li herêman dest bi xebatên xwe kir. Koordînasyon ji b o çareseriya pirgirêkan pêşniyazan datîne holê û diyar dike pêwîste pêdiviyên bingehîn ji butçeya giştî wek fonekê were dabînkirin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî Cejna Newrozê ku ji ber vîrusa koronayê taloq bûbû bi peyameke bi dîme weşandin. Her du hevserokan jî destnîşan kir ku dê bi rihê piştevaniya Newrozê hemû zehmetiyan derbas bikin.

Kamaç: Bila bi lez girtîgeh bên valakirin
Kamaç: Bila bi lez girtîgeh bên valakirin

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç diyar kir ku îsal ji ber vîrûsa corona pîrozbahiyên Newrozê betal kirin û xwest ji ber vê gefa vîrûsê hemû girtîgeh bên valakirin.

< 190 191 192 193 194 > Rupel 192 / 291