Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a têkildarî krîza li Idlibê dest pê kir.
Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo ku di mijara Idlibê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin bike, bêyî ku daxuyanî bide çû serdana Rûsyayê.
Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji bo geşedanên li Idlibê binirxîne li hev civiya. Di civînê de dê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû têkildarî geşedanan agahî bidin.
Sancar: Di şerde xizan winda dikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer û girîngiya siyaseta demokartîk û aştiyê. Sancar, anî ziman ku di şer de xizan winda dikin û wiha got: "Xizan di şer de hem zarokên xwe û hem jî nanê xwe winda dikin. Em ê di siyaseta demokartîk û têkoşîna aştiyê de israr bikin. Werin em bi hevre tevgerek mezin a aştiyê ava bikin.
Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku dê tevgera Idlibê bidome û got: "Eger ji sînorê ku Tirkiye diyar kiriye demek berî demekê hêza xwe venekişînin dê serê wan li ser milê wan nebîne."
Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên ku nûçeyên penaberan li Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin, bir meclîsa Tirkiyeyê. Temel pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne.
Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ew rûniştina sergirtî ya têkildarî Idlibê ya di Meclîsê de bê lidarxistin şaş dibînin û got: “Bi rûniştina girtî, dixwazin ku mijara Idlibê ji gel veşêrin.”
Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê di kongreya rêxistina xwe ya Mêrdînê de axivî û vê bangê li îqtîdarê kir: “Bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Rêya çareseriya li Idlibê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn vekin.”
HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
Rêxistina HDP'ê têkildarî polîtîkaya AKP'ê ku penaberan dişîne ser sînor daxuyanî da û wiha got: "AKP, hêrsa trajediya Idlibê ji serê penaberên derdixe. Ger ku di vê rêwîtiya talûke de mirin û trajediyên xemgîn pêk bên berpirsiyarî îqtîdara AKP'ê ye.
Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn eşkere kir ku Erdogan û Pûtîn dê rû bir û hevdîtinê pêk bînin.
Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînê, pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.
Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel gef û bangên AKP-MHP’ê yên li dijî partiya wan wek “reben-belengazî” nirxand û got ew wateyê didin rexneyên ji bo partiya xwe û HDP dê nekeve xefkê û ji bo birêvebirina demokratîk a welat dimeşe.
Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bertek nîşanî kesên piştî kongreya partiya wan hatin binçavkirin da û got: “Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin.”
Buldan û Sancar: Kongreya me bû şahiya demokrasiyê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên nû Pervin Buldan û Mîthat Sancar, piştî hatin hilbijartin peyam dan û diyar kirin ku kongreya HDP'ê bû şahiya demokrasiyê û wiha gotin: "HDP'ê bi kongreyê aşkere kir ku alternatifa rastî ya Tirkiyeyê ye."
Kongreya PYD’ê bi axaftinan didome
Kongreya 8`emîn a PYD`ê ku li bajarokê Rimêlan hat li dar xistin, bi axaftina nûnerên şandeyên kongreyê didome. Beşdaran anîn ziman ku keda PYD`ê di damezirandin û mayîndekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyarker e û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê jî gelek proje pêşkêş kirine.