Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlgan, ragihand ku wan li dijî şewba vîrûsê ku belav dibe dest bi "Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" kirin û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dibin rîska şewbê deye. Divê ji Girtîgeha Îmraliyê yan dengekê, yan jî dîmenekê bigihînin civaka Tirkiyeyê.”

Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve û bang li tevahiya civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bîne.

Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin

Parêta darazê ya Zagona Înfazê ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û ji 70 xalan pêk dihat, ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Di guhertina zagonê de girtiyên siyasî li dervê zagonê hatin hiştin.

Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku AKP li seranserî welat li dijî vîrûsê tevdîr negirtiye û ev rewş li ser girtîgehan rîskek mezin çêdike û divê girtîgeh werin valakirin û got: “Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin.”

Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser cihêkariya di qanûna înfazê de û got, cinayet e. Her wiha Hatîmogûllari ji bo kampanyaya ku Erdogan akere kir jî got, "kampanyaya nelirêtiyê" ye.

Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, wê qanûna înfazê ya nû qanûna newekhev û cihêkariyê dijwartir bike û got: "AKP, dixwaze pêşnûmaya MHP'ê di vê krîzê de pêk bîne."

Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re bêçaretiya pergala kapîtalîst derketiye holê û torên piştevaniya gel ên hatin avakirin haveynê jiyana nû ye.

'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'
'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'

Nivîskarê marksîst Temek Demîrer, anî ziman ku piştî pandmeiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibe. Demîrer, diyar kir ku herî baş gotina Rosa Luxembûrgê dikare roja îroyî pênase bike û got: "Li ber be du vebijêrk hene; an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter."

'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike'
'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike'

Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran û got, divê qanûneke înfazê ya wekhev demildest bê çêkirin.

Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e
Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bûye û got: “Birêkûpêkkirina înfazê kuştina bi komî ya li girtîgehan e. Di heman demê de pakêta înfazê îmzekirina komkujiyek mezin e.”

Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje
Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje

Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin gav biavêjin.

'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'
'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'

Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Serokomar Erdogan a "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" da û destnişan kirin ku divê ne welatî bibin desteka dewletê, divê dewlet piştekê bide welatiyan.

Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye
Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye

Siyaseta kurd bertek nîşanî “Kampanya Piştevaniya Neteweyî” ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatibû şakerakirin, da. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, kampanyayê rexne kir û diyar kir ku îlana tekçûna dewletê ye.

‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'
‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'

- Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, got: "Ji bo em ji derheqê vê nexweşînê derkevin an divê em çavkaniyên welat seferber bikin û dev ji aboriya rantê berdin an jî em ê grafîkên mirina mirovan bişopînin."

Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê
Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî helwesta Serokomar Erdogan da û got: "Serokomür nûmara ÎBAN'ê da û ket rûpelê dîroka cihanê. Îqtîdar sê tedbiran digire. Yek; dibêje 'Sebir bikin û dua bikin' Dudu, ji bankayan re got 'Dîsa têkevin bin deynan' û KDV’ daxist. Niha jî ji welatiyan dixwaze ku pere bidin û dibêje 'Em têra xwe hene'

< 188 189 190 191 192 > Rupel 190 / 291