Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku dê îşev di saet 20.20’an de agirê Newrozê geş bikin û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku îşev li mala xwe di şibakan, şaneşîn û odeyên xwe de find û lambeyan pêxin û agirê Newrozê geş bikin.”
'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
Wekîla HDP’ê Pero Dundar, pirsgirên paqijiyê yên ji ber vîrûsa korona yên di girtîgehan de bir rojeva Meclîsê û ev pirs kir: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de, li dijî vîrûsa koronayê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşîna giran bergiriyên çawan hatin girtin?
Sancar: Divê Meclîs li dijî vîrûsê komîsyona temsîliyeta wekhev ava bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, têkildarî vîrûsa corona xwest ku komîsyona nûnertiya wekhev a ji nûnerê hemû partiyan pêk tê, bê avakirin û wiha got: “Em dikarin hêza mirovan bikin yek û vê talûkeyê têk bibin."
Can: Demokrasiya ku pirsgirêka kurd çareser neke nayê hembêz kirin
Yek ji kesên di şandeya Mirovên Aqilmend de cih girt Celalettîn Can, diyar kir ku bi tune hesibandina pirsgirêka kurd re Tirkiye nayê bi rêve birin û got: “Civakeke ku pirsgirêka kurd çareser nekiribe, civakek du linge û nikare demokrasiyê hembêz bike.”
Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede bal kişand ser metirsiya ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe û vê bangê li Wezareta Dadê kir: “Divê girtiyên nexweş û extiyar werin berdan. Cezayê hikumxwarên nexweş û extiyar were taloqkirin.”
‘Piyê sêyemîn HDP ye'
Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, ji bo pêşniyara "rêya sêyemîn" a Ocalan anî ziman ku ji bo gelên Rojhilata Navîn tekane alternatîf e û got: "Piyê sêyemîn, senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye."
HDP: Hûn nikarin lêgerîna parêzeran a ji bo edaletê asteng bikin
HDP'ê têkildarî binçavkirina parêzeran daxuyaniyek da û diyar kir ku hebûna parêzerên azadîxwaz weke gef dibîne û bi binpêkirina hiqûqa mafê parastinê êrîşan pêk tîne.
Ji hesabê hackkirî yê parlamenterê HDP'ê fezleke amade kirin
Derbarê Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan de ji ber parvekirineke hesabê wî medya civakî yê hackkirî fezleke amade kirin.
Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan komcivîna partiya xwe ji bo 8’ê Adarê bi taybet li dar xist û got: “Têkoşîna jinan li Tirkiyê pêlek berxwedanê ya nû datîne holê. Jin li dijî qirkirina jinan li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe didin û berxwedana xwe didomînin.”
Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskin Bayindir, diyar kir ku dê îsal Newrozê bi ruhê yekitiya neteweyî piroz bikin. Hevserokan anî ziman ku sebra kurdan nemaye û xwestin tecrîd bi dawî bibe û gotin: "Ocalan ji bo çareseriyê maseya sê pî pêşniyar kir. Careserî vekirina deriyê Îmraliyê ye."
Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran got: “Li gorî feraseta vê îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e.”
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso, derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Idlibê de, got: “Tirkiye ket çerxerêyê. Wê di hûndir de teqînek mezin rû bide. Têkçîna li Idlibê, wê bandora li gelên Tirkiyeyê bike.”
HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umit Dede, bertek nîşanî girtina Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu da û wiha got: “Ev biryara girtinê bi destê daraza girêdayî hatiye dayîn. Ev encama polîtîkayên îqtîdara AKP/MHP'ê ye. Bi vê yekê dixwaze rê li pêş mezinbûna partiya me bigirin."
Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku pêşniyaza “Rêya Sêyem” a Ocalan tekane rizgariya gelan e û got: “Polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêkan kûr dikin. Çareserî rêya sêyem e.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê geşedanên di rojevê de axivî û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd û krîza li Sûriyê kûr dibe li gel birêz Abdullah Ocalan e.”