‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Şandina cenaze ya bi PTT’ê polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide."

Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin

Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat diyar kir ku pêvajoya îzolasyonê ya nêzî mehekê ye tê sepandin bi ragihandina qedexeya derketina derve re di du saetan de hat tunekirin.

Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, bi bîr xist ku daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re hatiye redkirin û pirsa “Tecrîd wê dewam bike?” ji Wezîrê Dadê pirs kir.

10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin

10 xalên ewil ên zagona înfazê ku 2 rojin li meclîsê têne hiqaşkirin hatin qebûlkirin. Di hevdîtin û niqaşan de hemû pêşniyarnameyên guhertinê yên muxalefetê ji aliyê îxtîdarê ve hatin redkirin.

‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku ew ji bo welatiyên pêdiviyên hene seferber bûne û got: “Feraseta komîn her tim di çanda me de heye. Em dixwazin îro vê feraseta xwe ya komîn mezin bikin. Em dixwazin ku hemû kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”

Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?
Paylan: Welatî wê di meha gulanê de keviran bixwin gelo?

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan alîkariya hezar lîreyî ya dewlet li xelkê belav dike bir rojeva Meclîsê û wiha pirs kir: “Heke ku ev hezar lire ji bo mehekê be, wê welatî di meha gulanê de keviran bixwin gelo?”

Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê
Ertûgrûl Kurkçu: Divê ku têkoşîna li dijî vîrûsê bibe sedema pêla piştevaniyê

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku AKP hewl dide vîrûsê bike çeka karê û berterafkirina muxalîfan û wiha got: “Divê em jî hewl bidin ku hewldanên piştvaniyê yên li dijî vîrûsê wergerînin derfeteke înşakirina civakeke nû.”

Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin
Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin

Parlamenterên HDP’ê, bi meşê newekheviya di pêşnûmeya înfazê li Meclîsê şermezar kirin.

Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin
Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku mirina girtiyekê 70 salî ya ji ber vîrûsa koronayê cînayet û got: “Jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Divê hiqûq ji bo her kesî pêk bê. Em ne hiqûqa dijminantiyê, hiqûqa mirovheziyê dixwazin.”

HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin
HDP'ê xwest ji bo karkeran tedbîrên bi lez bêne girtin

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa corona de herî zêde karkerên înşatê û karkerên tekstilê di bin rîskê de dijîn û xwest ji bo karkeran bi lez tedbîr bêne girtin.

HDP, li Stenbolê seferber bû
HDP, li Stenbolê seferber bû

HDP, li Stenbolê ji bo pêdiviyên gel peyda bike li navçeyên bajêr komîsyon ava kirin. Hevserokên bajêr û rêxistinên navçeyan anîn ziman ku ji bo pêdiviyên gel seferber bûne.

HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin
HDP: Girtiyan di testê re derbas bikin

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li şûna 380 girtiyan, 650 girtî dimînin û xwest hemû girtî û malbatên wan di testa vîrûsê re bên derbaskirin.

Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin
Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin

Koma HDP’ê ya li Meclîsê destnîşan kir ku ew guhertina înfazê ya bi vî awayî qebûl nakin û wiha bang li hemû aliyên muxalîf kirin: “Li hember vê yasaya înfazê ya îqtîdarê bêdeng nemînin.”

Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin

Guhertina yasaya înfaza muxalefet jê re dibêje newekhev e û girtiyên siyasî daxil nekirinê îro li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.

HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî guhertina zagona înfazê ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê re derbas bû, şerh danî. HDP'ê di şerhê de diyar kir ku ev yek dê bêtir rê li pêşiya girtinan veke, rê li pêş zewaca zarokan veke û xizmeta aştiya civakî nake.

< 187 188 189 190 191 > Rupel 189 / 291