'Cîhaza PET-BT çima li Êlihê tune?'
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku li nexweşxaneyên Êlihê ya ku nifûsa wê 600 hezar in, cîhazê PET-BT tune ye û ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsî ku çima ev cîhaz tune ye.
Gunay: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir û xwest ambargoya li ser Mexmûrê bi lez bi dawî bibe. Gunay, anî ziman ku her çend hevî bikin ku di nava 2 mehan de ev şewb bi dawî bibe jî heta derzî û tedawiya wê neyê dîtin dê tenduristiya civakê tehdît bike.
Beko yê CHP’î: Ji ber şewbê 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin
Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko, diyar kir ku di pêvajo şewbê de 5 mîlyon û nîv kesî karê xwe winda kirin û got: “Nêzî 10 mîlyon kes bêkarin û hikumet mirovan ber bi xizantiyê ve dibe.”
Cengîz Aktar: Pêdiviya YE'yê bi pergaleke hevpar a tenduristiyê heye
Hîndekarê Zanîngeha Atînayê Dr. Cengîz Çandar, anî ziman ku li welatên Ewropayê kû bûne navenda vîrûsa coronayê pergala tenduristiyê hilweşiyaye û got, pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi pergaleke tenduristiyê ya hevpar heye.
‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
Teklîfa qanûnê ya ku dê rojane 39,24 TL bide karkeran û ku muxalefet wek “yasaya hejariyê” dinirxîne li Meclîsê hat pejirandin.
Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin
Lîjneya Stratejîk a HDP’ê ku xeta polîtîk a dema nû ya HDP’ê diyar bike, dest bi xebatên xwe kir. Wê lîjne, metna xwe ya destpêkê roja yekşemê amade bike û pêşkêşî Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bike.
200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê diyar kir ku bi sererastkirina înfazê ku bûye qanûn 200 hezar girtî terkî mirinê hatine kirin û ev daxuyanî da: “Ev qanûn fermana darvekirinê ya ne yê ji xwe ye û wesîqeya şermê ye.”
Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê
Piştî ku hevdîtinên li ser teklîfa qanûna dê grevê li karkeran qedexe bike, karkeran mehkûmî hezar û 170 lîreyî dike û rê li ber destûra bê pere vedike bi dawî bibe dê xebatên Meclîsê heta cejna Remezanê bikeve betlanê.
Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, ji Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu yê piştî biryara qedexeya derketina kolanan îsdîham pêk hat û biryara îstîfayê da lê piştre Erdogan ew efû kir, pirsa "Erdogan tu Efû kir an nekir em nizanin? Baş e lê gel wê te efû bike?" pirsî.
HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Cejna Çarsema Sor a êzidiyan bi peyamekê pîroz kir.
HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, diyar kir ku di serdema Saddam Huseyin de Rejîma Baasê li diji Kurdan komkujî pêk anîye û di vê komkujiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatine qetilkirin. Sarisaç ji Meclîsa Tirkiyeyê xwest ku Komkujiya Enfalê wekî komkujiya li dijî Kurdan pênase bikin û qebûl bikin.
Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, ji ber ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona belav dibe de piştgiriya tenduristî ya pêwîst nedaye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir. Îlham, hikumeta Sûriyê jî rexne kir û got: "Hikûmeta Sûriyeyê li dijî vîrûsa corona hevkariya Rêveberiya Xweser nake. Ger ku vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be."
Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
Parlamentera HDP'ê ya ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin, dê sucdarên zayendî bêne efûkirin û got: "Bi vê zagonê ji bo sûcdarên zayendî efû anîn. Ev zagon efûya kesên li dijî jinê sûc kirine, birîndar kirine kuştine, şantaj kirine û gef xwarne û pornografiya zarokan weşandine dixe nava xwe."
Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku duh îstîfa kir, piştî Serokomar Tayyip Erdogan îstîfaya wî red kir, daxwaza xwe îro paşve kişand û got: “Înşallah emê di xizmeta milletê xwe de berdewam bikin."
Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
Hevdîtinên beşa duyemîn ê sererastkirina înfazê temam bûn û 55 xal hatin qebûlkirin. Di hevdîtinan de bi guhertinekê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya salekê hat dayîn û bi vê yekê re dê herkesê ku cezayê girtîgehê bigire nekeve girtîgehê.