Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
Lamîa Asu ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan, birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Lamîa Asu, li bendê ye ku vegere Efrînê.
Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
Parêzerê OHD’î Mehmet Şîrîn Şahîn, diyar kir ku di sala 2016’an de ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire, pergaleke cuda ya cezakirinê di meriyetê de ye.
Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Heke îrade hebe, gelek gavên dikarin bên avêtin hene.” Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5’ê Tebaxê de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate avakirin. Di serî de malbatên di şer de zarokên xwe winda kirin, komîsyonê li gelek kesan guhdarî kir. Di 2’yê Cotmehê de jî li hiqûqnasan guhdarî kir.
'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê got ku kurd û dostên wan, bi pêşengiya jinan, dê bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan.
Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan destpêka hewldanek ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navînê bûye û got: "Komplo bi dawî nebûye, Rêber Apo hîn jî dîl e."
Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
Abdullah Ocalan ku peyam ji Xelatên Gûrbettellî Ersozê re şand got: "Bîranîna Gûrbetelî ji bo me hemûyan rênişander e. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike."
MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
MEBYA-DER ku di rûniştina 2'yem a civîna 14'em a Komîsyona Meclisê de hat guhdarkirin, daxwazên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Hevseroka MEBYA-DERê ya Şaxa Êlihê Nezahat Toprak Hasanê xwest ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û piştî 32 salan hate berdan, ji bo dersînorkirinê birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê.
Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
Helbestvan, nivîskar û hunermendên bi daxwaza aştiyê hatin gel hev, gotin: “Dinya li ser sê stûnên zêrîn bilind dibe; ked, edalet, azadî û aştî. Heke yek ji van kêm be, sê hebin din jî tune ne. Ji bo vê jî em dibêjin aştî.”
Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bernameya bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê aşkera kir.
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Abdullah Ocalan dê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.
Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan ên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re civiya.
Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
Fermandarê HSD’ê Zuhêr Efrîn, diyar kir ku girêdayî peymanê agirbestê ne lê hêzên Hikûmeta Demkî peymana agirbestê binpê dikin.