'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Stenbolê bi pêşengtiya DEM Partiyê tê protestokirin. Girse, ji rawestgeha Yenî Kapi Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve dimeşe û komployê protesto dike.
Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê meşê li dar dixe.
Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
Sadiq Hesen ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Hesen ku ji Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo dersînorkirinê birin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Tekîrdagê.
Komîsyona Meclisê dê were Amedê
Şandeyeke ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku endamên komîsyonê û kesên ji Dîwana Serokatiya Meclisê jî tê de cih digirin, dê di çarçoveya plansaziya pêvajoyê de were Amedê.
Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran hate protestokirin û beşdaran diyar kirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelanû siberojê gava herî şênber be.”
Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
Di danişîna doza rojnameger Rahîme Karvarê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, mutalaa hate pêşkeşkirin û dozger daxwaza cezayê hefsê kir.
Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
Di danişîna doza rojnamevan Reyhan Hacioglû de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara berdewamiya kontrola edlî hate dayin. Ji bo rojnameger Welat Ekîn jî biryara anîna bi darê zorê hat dayin.
HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
HSD’ê êrişa hêzên Hikûmeta Demkî ya li gundewarên Bendava Tişrînê têk bir. Di dema bersivdayînê de êrişkarek hate kuştin.
Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiyê rapora xwe aşkera kirin.
Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer û got: “Ger neynûka wê zirar bibîbe berpirsiyarên wê Wezareta Dadê, serokê dadgehê û îdareya girtîgehê ne.”
Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
Mehmet Salih Erden ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
Danişîna doza Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û Delîl Zengeralp ku ji ber 2 pirtûkan bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin, hat lidarxistin.
'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
TJA û DBP’ê diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye.
Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
Li ser îfadeya şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5”, der heqê rojnameger Abdurrahman Gok de îdianameyeke nû hate amadekirin. Şahidê nepen der heqê Gok de dibêje "Wêneyê bêbandorkirina Kemal Kurkut a ji hêla hêzên ewlehiyê ve, Abdurrahman Gok kişandî ye” û îdianame li ser vê îfadeyê hatiye vekirin.