‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
KCK’ê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dê komplo bi temamî vala derkeve û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî mitînga ku dê ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê were lidarxistin bang kirin û xwestin her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibe.
Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
Li bajarê Wanê ku nifûsa wê milyonek û 122 kes derbas kiriye tenê yek otoparkeke pirqat heye lê ew jî nayê bikaranîn. Ajokarên Wanî bertek nîşanî vê rewşê dan.
Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
Metîn Yaşa ku di dema komploya li dijî Abdullah Ocalan de di girtîgehê de bû û piştî 30 salan hate berdan, got: "Heta ku Serok di girtîgehê de be dê tecrîd bidome. Divê komîsyon lê guhdarî bike. Çareserî li ba wî ye."
Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
Ji Komîteya Amadekar a Mitîngê Nûrten Uzumcu ku ji bo mitînga Êlihê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga beşdarbûnê kir, got: "Mitîng ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, berpirsiyariyeke dîrokî hildigire."
Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
Nûnerên DEM Partî, TJA, DBP, DÎAYDER û MATUHAYDER'ê bang li gel kirin ku beşdarî meşa 9'ê Cotmehê bibin û gotin: "Ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê birêz Ocalan azad be."
Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ev zêdetirî mehekê ye li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinên malbatê nayên kirin û gotinên Devlet Bahçelî bi bîr xist û got: "Divê ew divêtiyên tiştên ku gotine bi cîh bînin."
Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê amadekariya xebatên ku ciwanan li dijî tiryakê serwext bike, dike.
Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
Di çarçoveya kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” ya ji aliyê DEM Partiyê ve lidarxistin de, li navçeyên Elkê û Silopiyayê îmze hatin komkirin.
Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Ugur Daniş û Vedat Acar ên HPG’î yên ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa 9’ê Cotmehê ya bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi Civaka Azad ve” banga tevlibûnê kir.
Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
Di doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu de biryara domandina kontrola edlî hate dayin.
Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de biryar hate dayin ku tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat bidome.
Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
Di şewata 20’ê Hezîrana 2024’an a di navbera Amed û Mêrdînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê lêpirsîna xwe temam kir û îdia kir ku “faîl nehatine tespîtkirin.”