Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî di merasîma leşkerî ya bi boneya salvegera 10'emîn a damezirandina QSD'ê de got ku di demeke nêz de dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê û di çarçoveya lihevkirinê de wê YAT li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê bike.
Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
META-Der, dê ji bo bibîranîna Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê turnuwayê li dar bixe. Dê serlêdanên turnuwayê heta 11’ê Mijdarê bidome. Maça yekemîn dê di 15’ê Mijdarê de bê lîstin.
'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
Kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de hatin qetilkirin, di salvegera 10’emîn de li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate xwestin ku komkujî ji hêla hiqûqî û siyasî ve bê ronîkirin û faîl bên darizandin.
Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
Mehmet Şîrîn Taşdemîr ê ku tehliyeya wî 7 caran hatibû taloqkirin û piştî 32 salan hate berdan, li bajarê xwe bicoşeşek mezin hate pêşwazîkirin.
Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê û Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ji bo berdana girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer li pêşiya Girtîgeha Tarsusê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna ku ji bo Demhat Baytar ê HPG’î hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
Şandeya Îmralilyê ya DEM Partiyê, îdiaya nivîskarê Halk TV'yê Ugur Ergan ku digot “Tehliyeya Demîrtaş ji aliyê Ocalan ve hatiye astengkirin” derewand û destnîşan kir ku ev îdia spekulasyon e.
104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê de axivî û got: “Em ji wijdana kesên 10 sal berê ji bo aştiyê ketin rêyan û hatin Enqereyê de dibînin ku dirûşma aştiyê ya 10 sal berê hêj jî derbasdar e.”
Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
Welatiyên li Riha û Amedê tev li çalakiya protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê bûn, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
Yek ji şahidên Komkujiya Gar a Enqereyê Sînan Ok diyar kir ku komkujî ji hêla DAIŞ’ê ve hate kirin lêbelê berpirsyartî li ser milê dewletê bû.
Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê “Meşa edaletê” tê lidarxistin. Polîsan êrişî meşvanan kirin.
'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ku li girtîgehên Antalya û Burdûrê lêkolîn pêk anî diyar kir ku ji ber lêgerîna hundirê dev ev 3 sal in hin girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.
Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak raporeke ji 55 rûpelan pêk tê pêşkêşî komîsyona parlamentoyê kir û got: "Guhdarîkirina Birêz Ocalan ji bo komîsyonê berpirsyariyeke dîrokî ye."
Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
Li gelek bajarên herêma Marmarayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş û bi daxuyaniyan ve hate şermezarkirin.