Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirr. PYD’ê jî diyar kir ku dê gel bi tenê neyê hiştin û banga piştevaniyê kir.
Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
Mînîbûsa karkerên çandiniyê li navçeya Erdemliyê qeza kir û di encamê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê wan leza xebata xwe zêde kiriye û got: "Divê em êdî berjewendiyên malbatî û partîyî bidin aliyekî û li ser maf û statuya gelê Kurd bisekinin. Dibe ku ramanên me ji hev cuda bin, lê divê em di hin mijaran de bibin yek; ev xeta me ya sor e."
Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
Gelê Mexmûrê ku xwe li gorî paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibe, ji bo vegerê li benda sererastkirinên qanûnî ye. Hevseroka Meclisa Gel Fîlîz Bûdakê got: "Di her kêliya hûnandina vê jiyanê de şopa paradîgmaya Rêber Apo heye."
Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
Siyasetmedarên ku banga mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bê lidarxistin kirin, gotin: "Armanca mitînga me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna tavilê biryara 'mafê hêviyê' ya DMME'yê ye."
Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
Jinên meşvanên azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin û her wiha daxwaza aştiyê û ji bo hemû gelan doza wekheviyê kirin.
16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
16 baroyên li Kurdistanê encamnameya civîna xwe aşkera kirin û gotin ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd, divê serweriya hiqûqê esas bê girtin.
Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
Ferîdûn Kurt ê ku piştî 30 salan di 1’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tehliye bû, li bajarê xwe Rihayê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Kurt, got: “Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin û têkoşîna me dê bidome.”
Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
Girtiyê nexweş Abdullah Guven ku di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wî lê hat ferzkirin, ev sepan red kir. Guven, bêyî were tedawîkirin dîsa vegerandin girtîgehê.
Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
Di şîna endama YJA Starê Zeynep Kayayê ya li Elkê de peyama “Bîranînên wê em ê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn” hate dayin.
Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî got: “Ji bo civaka Êzidî bi awayekî birûmet û biewle vegera ser axa xwe em amade ne her cureyên piştgiriyê bidin.”
Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
Baroya Wanê, der heqê platforma Trendyol a ku tîşortên bi ‘Torosa Spî’ difirot de serlêdana sûc kir.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirine. Van koman, mizgeft, dibistan û nexweşxane veguherandine cihên leşkerî.
Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
Baroya Amedê diyar kir ku hewceye Selahattîn Demîrtaş û girtiyên di çarçoveya biryarên DMME’yê de tavilê bên berdan.