Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
Nivîskar Pakrat Estûkyan di konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê de axivî û destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Ermen û hemû gelên din jî girîng e.
Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
Şaxa ÎHD a Îzmîrê, bi daxwaza "Aştî mafek e" li Kolana Alsancak Kibirs Şehîtleriyê belavok belav kirin.
Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
Fîlozofê îngilîz Simon Critchley ku peyamek piştgiriyê ji bo banga Abdullah Ocalan şand, got: "Ez difikirim ku ev bang ji bo tevgerên dij-kapîtalîst û muxalefetê bibe pêngaveke îlhambexş. Ez hêvî dikim ku şert û mercên Ocalan demildest baştir bibin."
‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş li Îzmîr, Enqere û li Stenbolê daxuyanî li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaranê û daxwaza taloqkirina cezayê wê kirin.
Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de, rapora ATK'ê ya têkildarî mînakên DNA'yê, daxilî dosyeyê hatin kirin. Parêzeran, daxuyand ku bi rapora ATK'ê re îhtimala êrişa zayendî derketiye holê.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir ku 45 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku hikûmet cesareta hevrûbûnê nekiriye û hat gotin ku bêcezatî bûye siyaseta dewletê.
Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
Hevşaredarê Hewagê yê berê Zeynel Taş, piştî 9 salan ji girtîgehê derket.
Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
Rojnamevan Ronî Rûbar Îmen ê ku li Cizîrê hatibû binçavkirin, bi rêya parêzerê xwe ragihand ku di binçavan de tundî li wî hatiye kirin.
Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
Xizmên windayan ku li Colemêrg, Amed, Êlih û Rihayê kom bûn, li aqûbeta kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kiryarên Qetlîama Garê pirsîn.
Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
Endama Şandeya Îmraliyê PErvîn Bûldan ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, îşaret bi çarçoveya ji bo Sûriyeyê kir u Abdullah Ocalan pêşniyaz kiriye.
Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
Tora Mafê Zarokan a Amedê, bi munasebeta Roja Zarokên Keçîn a Cîhanê, daxuyanî da û diyar kir ku dê nehêlin ku roja wan bê tarîkirin.
Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
Mehmet Salih Erden ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat tehliyekirin, got: “Rojên ku em ê bi Rêbertiya xwe re azad bijîn pir nêz e.”
DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
DFG’ê rojnamevan Vedat Erdecî yê ku di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, bibîr anî û di daxuyaniyê de wiha got: “Her çend têkoşîna Erdemci giyanê xwe di Nazim, Cîhan û Egîd de dibîne jî, em ê têkoşîna wî zindî bihêlin.”
Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Demhat Akara ji ber krîza dil, jiyana xwe ji dest da.
Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
Siyasetmedarên ku banga tevlibûna mitînga Êlihê kirin diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan û gotin: “Qebûlkirina mafê hêviyê daxwaza me ya sereke ye”.