Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
Di mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya li Êlihê de postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin.
Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
Di 10’ê Cotmehê de li Qoserê di malekê de şewat derket û hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan.
Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî piştgirî da banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û got: “Kurd xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.”
Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di mitînga “Azadiyê” ya Êlihê de axivî û got ku weke komîsyon dê di demekî nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Ev, mitînga birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin.”
Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê hat lidarxistin de hat gotin ku bi polîtîkayên mijûlkirinê û bi zexta çekberdanê ya li Rojava tê kirin re pêvajo tê xitimandin.
Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
Rojnameger û derhênerê belgefîlman Hakan Tosun ku ji şeva 10’ê Cotmehê ve agahî jê nedihatin girtin, li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin. Hat zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê Tosun û niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.
Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û baranê kir.
Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA’yê ve weke sê sezonana hatiye amadekirin, di roja çarşemê de dê fînala sezona xwe ya ewil bike.
Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
Di demeke amadekariyên ji bo Lûtkeya Xezeyê ya li Şarm el-Şeyhê didomin de sê dîplomatên Qeterê li Misrê di qezayê de mirin.
Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
Keşeyê Dêra Protestan a Suryanan Enver Peker, diyar kir ku divê li ser maseya aştiyê têkildarî pêvajoyê were axaftin û got: “Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser hikûmet û Meclisê. Heta sererastkirinên qanûnî neyên kirin, pêvajo tenê dê di gotinê de bimîne.”
Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
Rojnameger Pakrat Estukyan, diyar kir ku aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo her kesî pêdiviyeke û got: “Abdullah Ocalan ku teşeyeke nû dide normên zanista siyasetê, rêya pêkvejiyanê nîşanî mirovahiyê dide.”
Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
Prof. Louis Lemkow Zetterling, diyar kir ku divê gava ewil berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî be û got: “Gavên bi vî rengî di demên berê de jî di pevçûnan de dihatin avêtin.”
Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Tirkiyeyê re berdewam in û got: “Qanalên vekirî hene. Dema hinek fikarên wan çêdibin bi me re parve dikin. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin.”
Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
Suat Berlîk ê ku 3 caran tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin, hat tehliyekirin.