Li Nisêbînê mirina biguman
Li navçeya Nisêbînê Şehmûs Dildar Keskîn ê 18 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
Gerîla TV dîmenê xistina helîkoptera bi tîpa Skorsky weşand. Helîkopter di 10'ê tîrmehê de li Girê Baharê hatibû xistin.
Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
Şaredariya Qilebanê ya di bin rêveberiya AKP'ê de xizmet û alîkariya gel nake. Xelkê serî li şaredariya Gundikê Melê ya DEM Partiyê dan û ev şaredarî li hawara xelkê çû.
94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
Dîrokzan Sedat Ûlûgana hin wêneyên Komkujiya Zîlanê ku nayên zanîn bi ajansa me re parve kir.
PDK bazirganiya petrola qaçax dike
Reuters’ê derxist holê ku her roj ji Hewlêr a di bin kontrola PDK’ê de ber bi Tirkiye û Îranê ve herî kêm bi hezar tankeran zêdetirî 200 hezar varêlên petrola erzan tê şandin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji vê petrola neqeydkirî mehane nêzî 200 milyon dolar qezenc tê bidestxistin.
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk ku serweriya Iraqê binpê dikin, gavên baş nayên avêtin.
Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
Kordînasyona Kampanyaya Nan û Edalet a DEM Partiyê bernameya meha tîrmehê ya hevdîtinên ku li dar dixe aşkere kir. Li dijî krîzên piralî banga têkoşîna hevpar hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, yekgirtî û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”
Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
Rojnameger Takor Zerdeşt diyar kir ku dewleta tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên bi alîkariya PDK’ê didomîne û wiha got: “Pratîkên malbata Barzanî êdî xiyanet jî derbas kir. Heke helwesteke xurt neyê raberkirin dê ji bo her tiştekî dereng bimîne.”
Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
Parêzerê girtî Hayatî Kaytan, Alîşan Şahîn ji bo ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê di çarçoveya “mafê hêviyê” de dabû bê pêkanîn dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.
Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
Rêxistinên civaka sivîl dê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ku yên li Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de ne, di 16-17-18’ê tîrmehê de bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya NY’ê nîqaş bikin. Komîte dê piştre jî têkildarî binpêkirinan “Rapora Tirkiyeyê” amade bike.
Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
Tevî hemû nerazîbûnên rêxistinên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî Pakêta Darazê ya 9’emîn di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin.
Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
Cenazeyê rojnamevan Mirad Mîrza Birahîm ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin li Şengalê hate veşartin.
Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û bang li gelê kurd kir ku li dijî xiyanet û êrişan yekitiya xwe ava bike.