Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
Îdiayên dozgerê ji “FETO lêgerîna wî heye” kirin hinceta cezabirîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.
Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku heta malbata Barzanî hebe wê gelê kurd rehet nebe û got: “Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê ji balefirên dewleta tirk re diyar dike. Ev şerma giran e."
Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
Li ber deriyê mala Serokê Meclisa Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Geverê Tîmûr Sevî bi çekê êrişî wî kirin.
Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
Çalakvan û rojnamevanên iraqî li ser medya dijîtal, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê kampanyaya hashtaga ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 40 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê “dagirkeriye” û wiha got: “Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek xiyanet e ya din jî eniya berxwedanê ye. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”
Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişên Tirkiyeyê metirsiyek mezin e û got: "Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê sûcê şer dike."
UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
UNICEF’ê av li ser wargehên li Herêma Şehbayê birî. Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd têkildarî mijarê wiha got: “Sûce ku UNICEF ava li wargehan bibire.”
Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
Şaredariya Rezanê di çarçoveya amadekariyên “Plana Stratejîk” a 5 salan civîna gel hat lidarxistin.
Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
Ji Deriyê Sînor ê Serzêrê yê li navçeya Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistana Federe hatin kirin.
Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat, ji bo çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîda Îmraliyê bar dikeve ser milê her kesî û got: "Divê her kes berpirsiyariyê hilgire."
Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk anî ziman ku şêniyên gundê Bilexşê ku 15 rojan dorpêçkirî man, bi travmaya salên 1990'î re rû bi rû hatine hiştin.
Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
Ji çalakvanên "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" yê herî pîr Abdûlhafiz Çîftçî ku 83 salî ye, da zanîn ku ew dema govendê digerîne 14-15 salî ye. Çîftçî diyar kir ku ew ê heta mirinê jî ji bo azadiya gelê kurd têbikoşe.
Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
Hevjînê girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin."