Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin.
Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
Li herêma Çiyayê Bagokê ku operasyon lê hatiye destpêkirin, tevgera helîkopterên leşkerî heye.
Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
Li şaxa komeleya aydê AGD’ê destdirêjî li 13 zarokan hatibû kirin. Der barê nûçeyên destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.
Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
Zulkuf Atayê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû, serbest hat berdan.
Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ya li Mêrdînê dijiya, jiyana xwe ji dest da.
Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
Şaxa OHD’a Mêrdînê rapora binpêkirina mafên mirovan ên Girtîgeha Tîpa a Espiyeyê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê amade kir. Di raporê de hat gotin ku midûrê Espiyeyê ji ber greva birçîbûnê ya di 29’ê sibatê de gefa tecrîdê li girtiyan xwariye.
Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
Jina bi navê E.A. ku beriya 20 rojan derbarê wê de serlêdana windabûnê hatibû kirin, bi awayekî qetilkirî hate dîtin.
Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
DEM Partiyê bi daxwaza betalkirina rêziknameya ku dike rayeya “îlankirina şer” ji serokkomar re bê dayîn serî li Şûraya Dewletê da.
Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
Balafirên şer ên Tirkiyeyê devera Biradostê bombebaran kirin û 2 welatî birîndar bûn.
CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
CPT’yê diyar kir ku Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran Herêma Kurdistana Federe bombebaran kiriye û ji ber vê yekê 182 malbat neçar mane ku koç bikin.
Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
Di çarçoveya kampanyaya “Xurtkirina Azadiya Lêgerîna Maf” de li Amedê panel hat lidarxistin. Velî Encu di panelê de wiha got: “Divê em teqez dev ji lêgerîna xwe ya maf bernedin.”
Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
Serokê Tevgera Babilyon da zanîn ku PDK rê li hêzên Tirkiyeyê vedike ku bêne nav xaka Herêma Kurdistanê û got: “Tirkiye nikare bê nav parêzgeha Nînova yan herêmek din ya dibin desthilatdariya Hikumeta Federal de.”
Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
Polîsan bi ser mala qeyûmê Şaredariya Rezanê yê berê Huseyîn Beyoglû ku heta niha 2 caran ji ber nelirêtiyê hatibû binçavkirin û 11 malên girêdayî wî de girtin. Di serdegirtinê de gelek zêr, dovîz û çekên bêrûxset hatin desteserkirin.
Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
Hat îdiakirin ku li navçeya Geverê SÎHA’yek ji ber sedemên nediyar ket.