Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
Li navçeya Serekaniyê ya Rihayê A.R. ê ku hat binçavkirin got: “Polîsek di binçavan de ji min re got, ‘çi karê te li partiyê heye, biçe bi keçikan re bigiere’. Polîsek jî Sirûda Îstîklalê anî û xwest bi min bide xwendin.”
Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku dixwazin dîsa DAIŞ’ê li herêmê bi cih bikin û dîsa bikin gola xwînê. Uçar xwest demildest dawî li dagirkeriyê bînin.
Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê ragihand ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
33 qurbaniyên ku li ser rêwîtiya xeyalan ji aliyê DAIŞ’ê ve li Pirsûsê hatin qetilkirin, dê bi rêzeçlakiyên cuda bên bibîranîn.
Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
Li gundê Deywanê ya Kerboranê qedexeya derketina derve hat rakirin û kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
Hat xwestin ku cerdevanan bibin herêmên şer ên li Zap, Avaşîn û Metîna. Cerdevan ji ber vê yekê îstafa kirin. Tevî ku gef li cerdevanan hat xwarin jî çûna operasyonê red kirin. Dîroka birina cerdevanan 17’ê tîrmehê hat diyarkirin.
Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78’an û şahidê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Huseyîn Bariş got: “Têkoşîna demokratîk a ku li cîhanê belav bûye, encama berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Çarenûsa vî gelê wê demê hat guherandin."
Armancên Tirkiyeyê û astengî
Rojnamevan Zeynep Boran, armancên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got: "Tirkiye ji aliyekî ve komên paramîlîter ên ku li eniya şer nikarîbû kontrol bike wê ji holê rake û li aliyê din jî wê komên çete yên li pêşiya lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re asteng in ji holê rake."
Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
Derket holê ku goristana endamên PKK’ê ya li Çiyayê Gabarê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye rûxandin û kêlikên goran ji şûna wan hatine derxistin.
'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
Waniyan anî ziman ku krîza aborî xizaniya 30 sal berê aniye serê wan û gotin: "Sedema xerabûna aboriyê jî diziya li welêt e."
Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
Di meha dawî de 16 girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îzmîrê, bêyî haya wan jê çêbibe bi awayekî kelemçekirî sewqî girtîgehên din hatin kirin. Parêzera OHD'î Eylem Zengîn diyar kir ku kesên hatine sewqkirin 30 sal in girtî ne û sewqî girtîgehên nû hatine vekirin hatine kirin.
Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
Çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek welatên dinyayê berdewam dikin. Di 14’ê Tîrmehê de wê li gelek bajarên Almanya bi girseyî tecrîd were protestokirin.
Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê û nivîskar Mevlut Aykoç diyar kir ku divê her kes li ber êrişên li ser başûrê Kurdistanê rabin û bang li rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî êrişan bi hev re tevger bikin.
Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
Girtî Yakûp Akman ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayik Fince Akman wiha got: “Ji vê dewletê hêviyeke me nîne, bila serokatiya me û zarokên me bidin bes e.”
Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
Dayika hunermend Nûdem Durak a ji ber stranbêjiya bi kurdî hat girtin Xecê Durak diyar kir ku nexweşiya keça wê lê belav dibe û got: "Divê demildest bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne.”