Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin

Bi çekan û bombeyên deng êrişî 2 kafeyên li navçeya Sûrê hate kirin.

Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Şengalê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina vînê dabûn destpêkirin di roja 32’an de didome.

Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di panela ‘komara demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk’ de axivî û got: “Xebata di çarçoveya 11 xalî de bê meşandin wê pêşiya pêvajoya amadekirina destura bingehîn a demokratîk ve bike. Destura Bingehîn a demokratîk metna mutabakata herî berfireh e.”

Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da

Nexweşê pençeşêrê Mehmet Alî Yaşa yê ku 2 meh beriya cezayê xwe yê 30 salan temam bike hat berdan û ji bo dermankirinê çûbû li Fînlandiyayê jiyana xwe ji dest da.

OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da

OHD’ê ji ba Baroya Stenbolê li dijî tecrîda li Îmraliyê bikeve tevgerê serî li Baroya Stenbolê da. Heseroka OHD’a Stenbolê Eda Onal piştî serlêdanê axivî û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baro vexwendiyê peywirê kir.

Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin

Dema binçavkirina rojnamevan Sadik Topaloglû ku derbarê dosyaya wî de biryara veşartinê hatiye dayîn rojekê hate dirêjkirin.

Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin

Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê hate şermezarkirin.

Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin

Sebahat Tûncel a serdana ESP’ê kir, bal kişand ser têkoşîna yek girtî û wiha got: “Pêdiviya me bi nîqaşa em ê bi hev re jiyanê çawa ava bikin heye.”

TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin

TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj roja ku her kes li cihê lê ye rabe ser piyan e.”

Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye

Şandeya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo rewşa êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe lêkolîn bike çû Hewlêrê.

Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin

Abdullah Bîrogûl yê ku xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, jiyana xwe ji dest da. Dihat îdiakirin ku bi awayek “xemsarî” miriye. Lê xizmên wî îdiaya mirina xemsariyê derewandin.

Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin

Di daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de cih girt, hate diyarkirin ku li Qada Girê Bahar helîkoptereke Skorskyê hatiye xistin.

Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin

Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadoluyê ya Şaxa Mêrdînê, zaroka 13 salî bi tacîza zayendî re rûbirû maye. Lêpirsîna ku li ser gilîkirinê hat destpêkirin, veguherî dozê.

OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin

OHD’ê aşkere kir ku îşkence û tacîza zayendî li 11 kesên ku li gundê Marînê yê Nisêbînê hatibûn binçavkirin hatiye kirin.

< 744 745 746 747 748 > Rupel 746 / 5.358