Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
Li gundê Bilêxşê yê Kercewsê 9 kesên piştî operasyona leşkerî hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, li ser îtîraza dozger hatin girtin.
Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li şeredariya Colamêrgê, meş li dar xist. Piştî meşêli ber deriyê şeredariyê konserek hat dayin.
Rojnamevan Topaloglû hat girtin
Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku 4 roj bûn di binçavan de bûn, hatin girtin.
Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
Hat hînkirin ku 2 cenaze ji bejahiya Kerboranê ya ku duh êvarî qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, anîne morga nexweşxaneyê.
Li Sîlopiyayê mirineke biguman
Li bajara Bespîn a Sîlopiyayê jina bi navê Besna Otleş bi awayekî biguman jiyana dest da.
Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Edeneyê hatin bibîranîn.
Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
Rojnamevan Sadik Topaloglû yê 3 roj berê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê wî birin edliyeyê.
Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Mêrsînê bîranîna berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Komîsyonên girtîgehan ên ÎHD'ê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş Leyla Aygun, Hanîfe Aslan û Abdulhalîm Kaya bên berdan.
Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
Pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr a Amedê serdana kafeyên Hewş û Kargayê kirin û gotin: “Em ê destûr nedin van êrişên ku zirarê didin çand û jiyana bajarê me.”
Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
Cenazeyê endamê HPG’ê Barzan Numaş ê li herêma Masîro di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 38 rojan radestî malbatê hatibû kirin. Bi girseyî serdana şîna wî hat kirin. Girse piştî şînê çû ser mewlûda endamê HPG’ê Sercan Erkol.
Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên bi destê Hîzbullahê hatin windakirin hat pirsîn. Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya nivîsandibû xwend û got: “Ez neviyê Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm e. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanibim bê çi bi kalê min û xalê min hatiye. Ez dixwazim gorek wan hebe."
3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
Li navçeya Sûrê şeva 11’ê tîrmehê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin.
Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Recaî Aydin û Îsa Efe yên hatin windakirin û li faîlên Resûl Ercan ê hat qetilkirin pirsîn. Hat gotin ku wê têkoşîna ji bo windayan berdewam bike.
Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ku piştî daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Sûriyê de bi rola navbeynkariyê radibe diyar kir ku ji bo hevdîtina di navbera Tirkiye û Sûriyê de lihevkirinek hatiye kirin, lê heta niha dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin.