Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
Asayîşa PDK’ê koma Kanal 8’ê ya ku êrişên li Amediyeyê dişopand binçav kir.
Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
Ji ber êrişên çekdarî û bombeyî yên li dijî 2 kafeyên li Amedê 3 kes hatin girtin.
Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e, ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate girtin.
DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
DEM Partiyê bi boneya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyanî da û wiha got: “14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”
Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
Parêzerê fransizî François Devedjian diyar kir ku divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.
Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
Serokê Tevgera Bedirê Hadî Amîrî xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.
Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
Dayikek û pitika xwe ya 8 mehî li ber ava Çemê Tortumê ketin. Cenazeyê dayikê hate dîtin.
'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
Di rapora rêxistinên civaka sivîl de ku pêşkêşî CAT'ê kirin, hat destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn.
Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.”
Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
Parêzer Nagîhan Avçil, hevpîşeya endama OHD'ê parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ku hat berdan û li ser îtiraza dozger cardin hat girtin, banga têkoşîna hevpar li rêxistinên hiqûqê kir.
Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
Ayşe Çîçek, xwişka berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek got: "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû."
Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
Li gund û çiyayên herêma Botanê her ku diçe talankirina xwezayê zêdetir dibe. Li herêmê dînamîtên ku tên teqandin xwezayê dixe nava talûkeyê û avê tune dike.
Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li bûyerên xeniqandina di Çemê Dîcleyê de bigire tîmek avjeniyê wezîfedar kir û ev tîm her roj li derûdora çem nobedê digire.
Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
Rojnamevan Şûxan Mîrza anî ziman ku Tirkiyeyê heta niha li Başûrê Kurdistanê 6 nokteyên kontrolê ava kirin e û armanc dike ku hejmara baregehên leşkerî derxîne 70 heban. Mîrza got amadekariya ji bo çêkirina baregehan berdewam dike.