Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
Xizmên girtiyan di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de banga “berpirsyartiyê” li saziyên navneteweyî kirin û xwestin li dijî tecrîdê berpirsyartiyên xwe pêk bînin.
Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu di panela “Baweriya elewîtiyê û pirsgirêkên rojane” de axivî û got: “Yek ji mijara herî zêde divê elewî li dijî wê têbikoşin, pişaftin e.”
Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
Ahmet Zenger ku 31 salan girtî bû, li gundê xwe Xirabşeref a Hezexê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Zenger, got: “Me serî netewand, bi serbilindî derketin.”
Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Marmarayê eşkere kir. ÎHD’a da zanîn ku li 23 girtîgehan di nava 3 mehan de girtî rastî 2 hezar û 916 binpêkirinên mafan hatine.
Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
Rêberên şiiyên li bajarê Necefê Beşîr Necefî anî ziman ku ew operasyonên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê red dikin.
Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê duh bi şev 15 gundên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin.
Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
Tirkiye li herêma Berwarî Bala ya Hêrêma Federe ya Kurdistanê nasnameyan kontrol dike.
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Giştî ya Îmraliyê da.
6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
Li Pirsûsê beriya hilbijartina 31’ê Adarê 16 siyasetmedar hatibûn girtin. Ji siyasetmedaran 6’ê wan hatin berdan.
SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo li dijî PKK’ê şer bikin, bi bedela 3 hezar dolaran 400 leşkerên paramîlîter ji Sûriyeyê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
Meteorolojıyê ji bo 15 bajaran bi koda zer û porteqalî hişyarî kir.
Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
Dayikên ku piştî girtinê rastî zexta lêgerîna tazî hatin wiha gotin: “Heta vî emrê xwe me tiştekî wiha nedîtiye. Bi por û dersokên xwe yên spî em di girtîgehê de tên ragirtin.”
Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
Li Wanê hinek kesên nasnameya wan nediyar nivîsa “Pêşî Peya” jêbirin û li şûna wê nivîsa “Tirkiye tirk e, dê weke tirk bimîne” nivîsandin.
Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
Zanyarê siyasetê Ahmet Însel têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistana axivî û diyar kir ku tu xêra şer nagihije welat, pirsgirêka sereke ya kurd divê demildest were çareserkirin.
Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê razber û derqanûnî ne. Emekçî, bal kişand ser têkoşîna civakî û siyasî ya li dijî tecrîdê û got: “Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.”