Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
Li Wêranşarê di çarçoveya biryara Meclisa Şaredariya Wêranşarê de ji bo pêkhateyên bajar ên cuda aktîf rol bigirin dê Konseya Bajar were avakirin.
'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeteke darbekar, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelên Tirkiyeyê ye.
9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
Li Mêrsînê 9 ciwanên kurd ji ewil hedef hatin nîşandan û piştre hatin binçavkirin. Her 9 ciwan jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê daxuyanî da, bal kişand ser pêkanîn li deriyê sînor û wiha got: “Divê Pêkanîna Gumrikê ya Pirporî bê rakirin, derbasbûn bên hesankirin, xerca pulê bê rakirin.”
Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
Bi hinceta ku dîmenên leşkerên li navenda Şirnexê hatine veguhestin parve kiriye, derheqê rojnameger Omer Akin de lêpirsîn hate destpêkirin.
Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
Di konteynerên mexdûrên erdhejê yên li Hatayê de şewat derket.
AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
Di dema çalakiyên protestokirina qeyûman de polîsekî êrişî Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz kiribû û birîndar kiribû. AYM’ê, serlêdana şexsî ya Aydenîz nirxand û biryara “qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” da.
AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di nav 4 hezar û 128 serlêdanên tekekesî yên 3 mehên destpêka sala 2024’an de, 529 biryarên binpêkirina mafan da.
Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
Kesê bi navê Mûsa Ozel li navçeya Toroslarê hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de, dayik û bavê wê qetil kir.
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
Li nûçegihanên MA û JINNEWS’ê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn û dadgehê di hinceta biryara xwe de îdia kir ku rojnamegeran bi nûçeyên xwe “binhişek ava kirine.”
Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan destnîşan kirin ku ew ji bo plansaziya Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a pêşeroja bajêr amade bikin, hatine cem hev û wiha gotin: “Em dixwazin mînaka neteweya demokratîk li bajarê xwe ava bikin.”
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur bi cur hate destpêkirin. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu got ku dê ji bo xweza, çand û zimanê xwe dengê xwe bilindtir bikin.
Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
Seyfettîn Demhat nexweşê FMF’ê ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin. Hevjîna Demhat, Tûba Demhat wiha got: “Dibe ku qurçikên xwe winda bike. Divê bala her kesî li ser girtîgehan be.”