Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
Di nobeta qeyûm a li Mêrsînê de karîkaturên ku girtiyan xêzkirine hatin pêşandan. Di nobeta li Stenbolê de jî ev peyam hate dayîn: “Heta ku bersiva berxwedaneke civakî ji qeyûm re neyê dayîn dê ev agir bikeve mala herkesê.”
Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
Li Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ji bo zarokan hin akîtîvet hatin kirin û şano hate lîstin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
Girtiyê siyasî Lokman Bozan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ew û hin hevalên wî ji ber xwarinên girtîgehê bi jehrê ketine.
Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
Şaredariya Cizîrê bi armanca guhdarîkirina pirsgirêkên navçeyê û daxwaz û pêşniyarên gel li taxa Sûrê bi gel re civiya.
Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû ya di civîna gel a li Ataşehîrê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye. Ji ber ku heke birêz Ocalan, daxwazên dewletê pêk anîbûna, evqas tecrîd nedihate sepandin.”
Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
AFAD’ê ragihand ku li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû.
Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn ê ji ber metna çapemeniyê ya li dijî êrişên dewleta tirk xwendibû hatibû girtin, di encama îtîrazê de hate berdan.
Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
Li Dêrikê leşkerên êrişî gundiyên ku bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan kirin, Îbrahîm Aksoy ê ji sedî 96 astengdar derb kirin. Aksoy rakirin nexweşxaneyê.
Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
Cenazeyê dayika Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Daxîla Ozkan li Cizîrê hate veşartin.
TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
TIR’a ku darên li Çiyayê Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin, wergeriya û gêr bû. Ajokarê wê Azîz Kilinç rakirina beşa lênerîna awarte.
Malpera ajansa me hate astengkirin
Malpera ajansa me ya “mezopotamyaajansi.net” hate astengkirin.
Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
Di panela bi serenavê “Zimanê me, bişaftin û em” a li Mîhrîcana Mûnzûrê hate lidarxistin de li dijî bişaftinê axaftina bi zimanê dayikê hate destnîşan kirin.
4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
Leşkerên ku gundiyên li navçeya Dêrikê li dijî rakirina trafoyên ceyranê ya DEDAŞ’ê derketin derb kirin, 4 kes binçavkirin.
Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê nivîsa nijadperest rakir nivîsa hişyariya trafîkê ya “pêşî peya” dîsa nivîsand.