Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
Hate diyarkirin ku cenazeyên 4 kesên ku di bombebarana li navçeya Berwariyê de jiyana xwe ji dest dane, anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê destnîşan kir ku jiyana girtiyê nexweşê giran Kûtbettîn Menteş ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin xetere ye û divê were berdan.
Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
Dayikên Şemiyê yên faîlên Ayten Ozturk a beriya 32 salan li Dêrsimê hate qetilkirin pirsîn, diyar kirin ku ji bo hemû windakiriyan dest ji lêgerîna edaletê bernadin.
Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
Li Stenbolê herî kêm 11 kesên ku di dawetên dîrokên cuda hatine kirin de ligel stranên kurdî govend gerandine, hatin binçavkirin.
Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê aşkere kir ku di 10 rojan de 4 jê jin bi komî 27 kes hatine darvekirin.
AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê pere yê bi hinceta “heqaretê” derbarê Emîne Şenyaşar de hatibû dayîn xera kir û biryara jinûve darizandinê da.
Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome
Di çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan de peyam hate dayîn ku heta faîlên kesên di salên 1990’î de hatine windakirin û qetilkirin bên darizandin dê têkoşîn bidome.
Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur, li ser erdheja duh çêbû ev hişyarî kir: “Tê payîn ku di navbera Erzîncan û Karliovayê de bi ser pileya 7’an dê erdhej çêbibe.”
Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
6 jinên ciwan ku li navçeya Misircê di dawetekê de govendê digerînin, piştî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin.
Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
Şahida dawî ya bûyera Geliyê Sefo, Bedîle Demîrbacak ku di dema qetlîamê de 10 salî bû, bal kişand ser zilma dewletê û da zanîn ku leşkerên ku 33 kes qetilkirin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin.
Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik, bal kişand ku jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di bin rîskê de ye û wiha got: “Divê raya giştî ya cidî bê afirandin û ev nexweş bên dermankirin.”
Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
Evîn Tan destnîşan kir ku bavê wê yê 62 salî ku ev salek e girtî ye, di demên dawî de hişê xwe winda dike, kîlo daye, ji ber sewqî nexweşxaneyê nakin, nexweşiya wî nayê zanîn û da zanîn ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin.
Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
Siyasetmedarê DBP’î Mehmet Reşît Înce, îşaret kir ku şer bi gelên Tirkiyeyê dide winda kirin û wiha got: “Divê saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya dagirkeriyê dengê xwe derxînin.”
Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
Şaredariya Bajarokê Deşta Dara ya ji hêla DEM Partiyê tê birêvebirin bi traktor û maşîneyeke kar, bêyî navber xebatên xwe didomîne. Bi piştevaniya 3 şaredariyan ji 67 malan, pirsgirêka rê ya 58’ê wan hatin çareserkirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
Di rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê hat gotin ku Meclis TV jî hatiye qedexekirin.