Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
Parêzera OHD’î Rengîn Ergul diyar kir ku rayedarên dewleta tirk di rûniştinên NY’ê de bersiv neda pirsên têkildarî “cezayên disiplînê” û wiha got: “Dê piştre bi nivîskî bersivê bidin. Em ê bişopînin.”
Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku ji ber îşkenceyên di bin çavan de lê hatine kirin nexweşiya wî ya “helîna mejî” hate tespîtkirin, Eyup Sabrî Tînaş, wiha got: “Bijîjk diyar kir ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin, herî zêde 2 salên din dikare bijî.”
Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
Rojnameger Kakshar Oremar, diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê dixwaze herêmê dagir bike û got: “Divê demildest bangawaziya yekitiya netewî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku salên berê kiribû di vê pêvajoya dijwar de pêk were.”
Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
Di nobeta qeyûm a li Qada Şîşhaneyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”
6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
Li Bazîdê li dawetekê 6 kesên ku cilên herêmî li xwe kirin û li ber stranên kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Bazîdê de wiha got: “Em di serdemeke ku divê dengê aştî û edaletê bilind bikin de derbas dibin. Em ê bajêr bi bajêr, navçe bi navçe bigerin û rêxistinkirina vê bikin.”
DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
DEM Partiyê giliyê Serokê Partiya Hur Dava ya Amedê Zeynul Abîdîn Gulsever ê piştgiriyê dide kesên erişî aktîvîteyên li park û kafeyan dikin û partiya wan hedef digire û ji ber parvekirinên wî yên medyaya dîjîtalê giliyê Serokê Lijneya Rêveberiya Koma Şîrketên Zafer Yapiyê Sabir Toktaş kir.
Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
Li Geliyê Xursê di navbera du malbatan de ji ber erd şer derket, di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
Her 3 kesên di 22’yê tîrmehê de li navçeya Rêya Armûşê bi serdegirtina malekê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin piştî 31 salan hate berdan.
Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
Li Mîhrîcana Mûnzûrê desteserkirina îradeyê hate şermezarkirin û bi dirûşmeya “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” meş hate li dar xistin.
Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ên li Çewligê tev li şîna kesên ku ji aliyê ciwanekî tiryakkêş ve hatin kuştin bûn, bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan.
Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
Di panela bi sernavê “Ji Xoresanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xoresanê” de ku panelîstan dîroka Xoresanê vegotin, hat gotin ku, “Dîroka sexte ya îdeolojiya fermî hilweşiya ye.”
Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
Endamê OHD’ê Şevket Berk bi lêv kir ku ciwanên li Mêrsînê kirin hedef bi fermanê hatine girtin û ev agahî parve kir: “Ciwanên ku li cihê bûyerê nebûn jî hatine girtin.”