Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin
Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin

Rêveberên rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamegeran hatiye lidarxistin dane wiha gotin: “Hemû peyman û protokolên ku rojnamevanan diparêzin tên binpêkirin. Sedema êrişan bêdengî û bêbertekbûna hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ya Federe ne.”

Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan
Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan

Îro serê sibê hêzên Heşdî Şeebî bi çekên giran, berê xwe dan bajarokê Kuleco ya Germiyanê. Li gorî agahiyan bi dest ketine hêzên çûne li herêmê, vekişiyane.

‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’
‘Serpêhatiya wê ya azadiyê ew hêj bedewtir kir!’

Kekê Gulistan Tara ku piraniya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê veqetandiye, Ahmet Bulent Tekîk, wiha got: “Heta 16 saliya wê em pê re man. Serpêhatiya wê ya azadiyê ew veguherand miroveke hin bedewtir.”

Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn
Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn

42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin
42 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin

Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ket meha 42'yemîn. Di vê pêvajoyê de 587 serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bê encam man.

Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê
Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê

Girtî Bakir Ozturk diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê zextên derûnî û tecrîd veguherîne pêkanînên sîstematîk û xwest şandeyên serbixwe biçin girtîgehê.

Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e
Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e

Nivîskar û Çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20'ê cotmehê de bên li darxistin nirxand, bi lêv kir ku gel li dijî hevkariya PDK'ê ya êrişên Tirkiyeyê bi bertek e û wiha got: "Ji ber wê jî gel dixwaze bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne. PDK jî ji ber wê bê hevî ye û naxwazê hilbijartin pêk werin."

ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN

Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike
Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike

Nobeda ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê tê girtin, di roja 70’an de ye. Di nobedê de bang hat kirin ku li her derê welêt li dijî desteserkirina îradeyê dengê xwe bilind bikin.

Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin
Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin: Li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin

DFG, MKG û DÎSK Basin Îş ku têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadînê daxuyaniyeke hevpar dan, bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin û gotin: "Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin."

Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin
Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû ya bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan a li Silêmaniyê da wiha got: “Me duh li dijî êrişan serî netewand, em ê îro jî netewînin.”

Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e
Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Ev wê rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û kurdan veke.”

Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin
Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin şîn hate danîn. Şîna Tara bi girseyî hate ziyaretkirin.

Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin

4 cenazeyên endamên HPG'ê ku di pevçûna li bejahiya Elkê de jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.

ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin
ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin

ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî qetilkirina du rojnamevanên li Silêmaniyê da û got: “Em Tirkiyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê vedixwînin berpirsiyariyê.”

< 668 669 670 671 672 > Rupel 670 / 5.358