Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan
Dadgeha ku ji îtîraza Sedat Atsiz ê piştî 30 salan berdana wî du caran hate taloqkirin û parêzerê wî ya ji biryarên lijneyê re cuda cuda bersiv dan xwe derewand. Îtîraza ku dozger ji biryara erênî re kir hate qebûlkirin û biryara neyînî hate bi cih anîn.
Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê
Girtî Ferhat Onkol yê ku bêyî daxwaza xwe ji girtîgehê hat sewqkirin, wî li korîdora girtiyên FETO xistin hucreyê.
Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin
Welatiyên li Amedê diyar kirin ku her roj bandora polîtîkayên şer a li ser krîza aborî xwe nîşan dide û gotin berpirsiyar desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û ji bo çareseriyê hilbijartina pêşwext nîşan dan.
Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin!
Girtî Abdulkadîr Bozkûrt diyar kir ku gardiyanan gefa kuştinê lê xwariye û du caran li ber kamerayan bi êrişa 10 gardiyanan re rû bi rû maye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin
Girtiyê nexweş Cengîz Eker çendî 30 salên xwe temam kiriye jî, nêzî salek e berdana wî tê taloqkirin û nayê berdan. Malbata Eker ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin banga têkoşîna hevpar kir.
Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di pîrozbahiya fînala turnuvaya Gulîstan Dokuyê de ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partî ve dihat li darxistin de axivî û bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP mirinê ji kurdan ferz dike û got: "Bi pêşengiya ciwanan em ê bi têkoşîna xwe, li ser axa xwe bi ziman, çand û kurditiya xwe bi serbikevin."
Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
Selahattîn Genç ê ku piştî 31 sal û 8 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat berdan, li navçeya Hezex a Şirnexê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn hat veşartin
Cenazeyê rojnamevan Hêro Bahadîn a ku di êrîşa balafirên Tirkiyeyê de li Seyîdsadiq a Silêmaniyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn
Ji bo rojnameger Emîne Demîr ku jiyana xwe ji dest dabû, malbata wê li Qoserê li cihê sersaxiyê bi tevlibûna gelek kesî mewlûd da.
Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Mêrdînê kesên serê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin hatin berdan.
Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bertek nîşanî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ku li bajarê Silemaniyê li dijî rojnamegerên kurd pêk anîn da û got ku serkêftin a gelê kurd e.
‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’
Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê Berê Omer Gulpî anî ziman ku êrişa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeran ji terora dewletê pêdetir tiştek nîn e.
Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’
Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Rihayê li dijî êrişên ser zimanê kurdî pankarta, “Jiyan bi kurdî xweş e, zimanê me rûmeta me ye” daliqand.
MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin
MKG’ê û DFG’ê têkildarî qetilkirina 2 rojnamegerên ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser wesayîta rojnamegeran a li Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan û wiha gotin: “Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişan peywira xwe bi cih bînin. Em ê bîranîna wan bi pênûs û kamerayên xwe bidin jiyîn.”