Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê banga berdana girtiyên nexweş hat kirin û hat xwestin ku tavilê bên berdan.
Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne
Di daxuyaniya ku Pêkhateyên Amedsporê, YÎK’ê û Rêveberiya Amedsporê bi awayekî hevpar da de wiha hate gotin: “Bila hemû alîgirên me yên dil dane Amedsporê û di nava hesreta cîhaneke adil û mirov bikare lê bijîn de ne bila bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne.”
Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir
Dewleta tirk vê carê li Dihokê êrişî wesayîta malbateke ereb kir, tê gotin ku kuştî û birîndar hene.
Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî ser gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.”
Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê
Rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 6 kesên ku ji ber li ber stranên kurdî govend gerandin hatibûn binçavkirin dê roja duşemê bibin edliyeyê.
Zarokên Yaşar ê beriya 30 salan hate windakirin: Em bi te serbilind bûn
Zarokên Mehmet Yaşar ê beriya 30 salan piştî li Torosa Spî hate siwarkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, ji çalakiya Dayikên Şemiyê re name şand û wiha got: "Em weke zarokên te her tim bi te serbilind bûn. Tu temenê min yê şeş salî yî ku 30 sal in mezin nabe."
Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir
Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr êrişa dewleta tirk ya li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got; “Erka hikumeta federale li dijî van êrişan tedbîran bigirin û hesab ji faîlên wê bipirse.”
Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin
- Emîne Şenyaşar a ku li ber Meclisê Nobeta Edaletê didomîne, beriya emeliyat bibe daxuyanî da û got: “Ez ê emeliyat bibim û dixwazim kurê min li cem min be. Kurê min berdin, nexwê ez ê bi halê xwe yê emeliyat çalakiya xwe bidomînim.”
Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin
Bavê rojnamevan Hêro Behadîn, Behadîn Abdullah têkildarî qetilkirina keça xwe got: "Ji bo Dije Terora PDK’ê şermek mezine ku tiştan berovajî dike. Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin."
ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin
ROJIN'ê qetilkirina du rojnamevanan şermezar kir û got: "Em careke din dixwazin vê rastiyê bibîr bînin; Hûn nikarin bi êriş, zext û komkujiyan rojnamevanên ku daxwazên demokratîk û azadîparêz pêşî li çapemeniya azad a ku rastiyan dişopîne bigirin.”
Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin
Oztekîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di 19’ê tebaxê de bêyî daxwaza xwe û malbata wî bê agahdarkirin sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê hate kirin.
Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin
Rojnamevanên bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyê dan, wiha gotin: “Ji qetilkirina rojnamevanên kurd ne tenê SÎHA berpirsyar in. Hemû hevkarên Zebta Mutebeqatê ya ev ‘meşrûiyete’ dane wan ji vê cînayetê berpirsyar in.”
Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. Li Êlihê jî li aqûbeta Abdurrahîm Demîr hat pirsîn. Li Colemêrgê jî li faîlên Abdûlrezak Erdogan hat pirsîn.
Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin
Şêniyên gundê Ewêna diyar kirin ku ew ê li dijî DEDAŞ’ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û gotin: “Em zilmê qebûl nakin.”
Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin
Siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî derbarê êrişa li ser rojnamevanên çapemeniya azad de peyamek belav kir û got; “Di demek ku rojane em dibînin welatê me tê bombebaran kirin, xaka me tê dagirkirin, bivê ranewestiyan û zarokên bê çek, bi awayek dûrî hemû pîvanên mirovahiyê şehîd dixin.”