Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
Li Stenbolê 3 kesên ji ber ku stranên kurdî hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de li taxa Cûdî paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" siyasetmedarên kurd, rojname û rojnamevan jî di nav de gelek hesabên X'ê hatin astengkirin.
Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
Di çalakiyên li dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, wiha hat gotin: "Wê li her derî dengê heqîqetê bilind bibe."
Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
Rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê têkildarî zimandirêjî û gefên ji aliyê şaredarê AKP’î ve li partî û rêveberên wan tê kirin daxuyanî da û wiha got: “Tu kes nikare zimandirêjiyê li partiya me bike. Bila lêborînê ji partiya me û gelê Şemzînanê bixwazin.”
Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên dijminane yên AKP’ê û MHP’ê berê xwe bidin Îmraliyê û wiha got: “Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne.”
Êzidî berê xwe didin Şengalê
Vegera Şengalê ya koçberên ezidî bênavber didome. Di demên dawî de ji ber aramiya li Şengalê, êzidî kom bi kom ji kampên PDK’ê vediqetin û berê xwe didin Şengalê.
Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê karkerên ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatine binçavkirin û girtin aniye rojeva Meclisê pirsî: “Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?”
Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî
Kesên li navçeya Sûra bi bombeyên deng êrişî Hewş Kafeyê kirine, piştî mehek bi ser berdana êrişkaran wan derbas bû, vê carê jî êrişî xwediyê kafeyê kirin. Di encama êrişa duyem de destê birayê xwediyê kafeyê derizî.
Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin
Hate diyarkirin ku dewleta tirk bi balafira bêmirov û biçek derdora gundê Şînkê ya ser bi Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiriye.
Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin
Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê di girtîgehê de tê ragirtin, hate derbkirin. Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin.
Emîne Şenyaşar a tabûrcî bû dîsa hat li Meclisê
Emîne Şenyaşar a di dawiya hefteyê emeliyat bû, piştî ku ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, ji bo têkoşîna xwe bidomîne hate Meclisê.
Qetilkirina rojnamevanan li Amedê hate şermezarkirin: Pênûsê wan dê li erdê nemîne
TJA ku qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniya da şermezar kir, wiha got: “Kedkarên Çapemeniya Azad ku şopa heqîqetê didomînin, dê pênûsê hevalên xwe li erdê nehêlin û di her şert û merci dê dê dengê heqîqetê derxînin holê.”
Tirkiyeyê di 41 salan de 247 welatî qetil kirin
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe didomin. Hat diyarkirin Tirkiyeyê di êrişên xwe yên ji sala 1983`an ber bi îro ve li Bakurê Kurdistanê 247 welatî qetil kirin.
Koçyîgît: Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li çepikan bide
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a qala axaftina Erdogan a li Xelatê kir, diyar kir ku AKP polîtîkayeke ji feraseta 12’ê Îlonê xerabtir polîtîkayekê dimeşîne û wiha got: “Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd re li ser piyan li çepikan bide.”