Li Balikesîrê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Eylem Sevîlen li navçeya Gonenê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.
Xwebûn bi manşeta ‘Tecrîd politikaya şer e’ derket
Hejmara 245’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Tecrîd polîtîkaya şer e” derket. Rojnameyê, bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn belav dibe û bandora tecrîdê ya li ser şer.
Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan got: "Di her kar û xebatên me de rojeva me ya sereke tecrîd e."
Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket
Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku ji ber bombebarana îro ya Tirkiyeyê li devera Berwarî Bala agir bi pênc gundan ketiye, şêniyên gundekî asê mane.
Qetilkirina rojnamevanan li Şehbayê bi meşek girseyî hat protestokirin
Tevgera jinan li Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekî girseyî qetilkirina rojnamevanan protesto kir.
Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê
Beşar Esed di Meclisa Nûneran de axivî û got: "Em dev ji mafekî xwe bernadin. Daxuyaniyên berpirsên Tirkan tu têkiliya xwe bi rastiyê nîn in. Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê "
Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 5 welatî revandin.
DEM Partî û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran kirin
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Tora Zarokan a Amedê serdana malbata Narîn Guran a ji 21'ê tebaxê ve winda ye kirin.
Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesan di roja duyemîn a şîna ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya hate qetilkirin hatiye danîn bi girseyî ziyaret kirin.
Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî, wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan pêk hat dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe.”
Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin
Li gundê Hespîst ê navçeya Hezexê 2 ciwan di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir
HENGAW ragihand ku rejîma Îranê welatiyê bi navê Mihmed Xelîl Cîhangîr bi darve kir.
Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyê hatine qetilkirin dê li Qada Şîşhaneyê çalakî bê lidarxistin.
DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê bi Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan re serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat berdan kirin.