Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
Li gorî anketa pêşhilbijartinê ya şîrketa Lêkolînê ya Sarosê, DEM Partiyê dengên xwe zêde kirine û bûye partiya sêyemîn.
Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, diyar kir ku îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
DEM Partî û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Karabukê eşkere kirin û gotin ku li gel dema înfazê xelas bûye jî 17 girtî nayên berdan.
Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
Bi ser qetilkirina rojanmeger-nivîskar Mûsa Anter 32 sal derbas bûn. Rojnameger Ender Ondeş destnîşan kir ku Anter bi sekna xwe bû destan û diyar kir ku kevneşopiya ew hiştiye didome.
Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
Malbatên ku xizmên xwe yên di girtîgehên dûr de ne nabînin, diyar kirin ku tecrîda li ser kesên li derve zêdetir bûye û banga "piştevaniya civakî" kirin.
Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
Fatma Sumelî ya li Sêrtê dijî ji ber guhê wê nabihîze çûye nexweşxaneyê û jê re hatiye gotin, “Nexweş ji ber ku tirkî nizane nirxên wê yê SRT nehatiye pîvan” û lewma tedawiya wê nehatiye kirin.
Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê yên herêma Qendîlê bomberan kirin.
Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
Endamê HPG’ê Fehmî Başkurt ê di pevçûneke li Licê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate definkirin.
Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
Tevî wezaret dibêje “qedexe tune ye” jî ketina gundê Şaxê yê Cizîrê ku gundekî dîrokî ye û di salên 90’î de hatibû şewitandin û valakirin, bi hinceta biryara “Qada sîtê ye” hatiye qedexekirin.
Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
Ji bo serlêdana sûc a derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan û Alî Aydin û Alî Suat Ertosun de ku îmzeya wan di bin biryara “Operasyona Vegera li Jiyanê” de hebû, biryara “bêrayetiyê” hate dayin.
Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bal kişand ser girîngiya mitînga "azadiyê" ku wê di 13'ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê bicivin û ji vê rewşa heyî re bêjin bes e."
Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
Rêzan Ayhan ku behsa hevjînê xwe siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê ku ji ber cezayê hatibû birîn û çûbû Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest da kir, diyar kir ku hevserê wê di axaftin û pratîkê de yek bûye û got: “Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir."
Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya hewa ya rojane ku weşand de ji bo gelek bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.